Rêvebera Navenda HEDEP’ê Ateş hat binçavkirin 2023-10-28 10:25:10 HATAY - Endama PM’ê ya HEDEP’ê Hulya Ateş bi hinceta parvekirinên li ser medya dîjîtal hat binçavkirin.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê polîsan serê sibehê avêt ser mala endama Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş. Polîsan li malê lêgerîn pêk anî û paşê Ateş kirin binçavan. Hat zanîn ku Ateş bi îdiaya “porapaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Îksenderûnê.