Armîta Garawandî jiyana xwe ji dest da 2023-10-28 10:50:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Armîta Garawandî (16) ya ji ber ku serê xwe negirtibû û red kir, bi êrişa Gaşt e Îrşad re rû bi rû mabû, piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da.    Li paytexta Îranê Tahranê Armîta Garawandî ya 16 salî ji ber ku serê xwe negirtibû û red kir, bi êrişa Gaşt e Îrşad’ın (Dewriyeyên Rehber) re rû bi rû mabû, piştî 28 rojan jiyana xwe ji dest da. Ew li nexweşxaneyê dihat tedawîkirin û tevî hemû mudaxileyên tibî jî canê xwe ji dest da. Çavkaniyan daxuyand ku Armîta Garawandî li Nexweşxaneya Fecr a Tahranê jiyana xwe ji dest daye. Hengawê li ser hesabê xwe yê medya dîjîtal ragihand ku Armîta jiyana xwe ji dest daye.