Holandayê ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest welat biterikînin 2023-10-28 12:07:17 NAVENDA NÛÇEYAN - Piştî Amerîka û Kanadayê Holandayê jî ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwest ku di zûtirîn demê de welat biterikînin.    Holandayê bi hinceta ku pevçûnên di navbera Îsraîl û Hamasê yên li Xezayê de dibe ku rewşa ewlekariyê ya li Iraqê girantir bike, ji welatiyên xwe xwest ku ji Iraqê derkevin.   Di daxuyaniya ji Wezareta Karên Derve ya Holandeyê hate dayîn de wiha hate gotin: “Ji ber bûyerên li Xezeyê diqewimin li bajarên mezin ên Iraqê xwepêşandan tên kirin. Dibe ku rewşa ewlehiya Ii Iraqê ji nişka ve xerab bibe, ji ber vê yekê em bang li welatiyên xwe yên li Iraqê dikin ku demildest welatî biterikînin.”   Hefteya borî Amerîka û Kanadayê jî ji welatiyên xwe yên li Iraqê xwestibûn ji wir derkevin.