Dema binçavkirina rêveberên HDP’î hate dirêjkirin 2023-10-28 13:06:20 STENBOL - Dema binçavkirina rêveberên Rêxistina HDP’a Beylikduzuyê ku duh hatibûn binçavkirin 24 saetan hate dirêjkirin.    Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zemîne Gokçe, Emrûllah Şenyuz û Nûrten Demîr duh serê sibê di serdegirtinên malan de li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê hatin binçavkirin. Hate zanîn ku 3 kesên ku sedema binçavkirina wan nehate zanîn, birine Miduriyeta Polîsan a Stenbolê.   Di lêpirsîna ku derbarê wê de biryara sînordarkirinê hate dayîn de tê payîn ku îro parêzer bi muwekîlên xwe re hevdîtinê bikin û dema binçavkirina wan 24 saetan hatiye dirêjkirin.