ÎHD: Sedsala komarê bû sedsala windakirinên di bin çavan de jî 2023-10-28 14:00:16   NAVENDA NÛÇEYAN - ÎHD’ê di çalakiyên piştgiriya ji Dayikên Şemiyê re çîroka Huseyîn Toraman ê di bin çavan de hate windakirin parve kir û wiha got: “Sedsala komarê di heman demê de bû sedsala windakirinên di bin çavan de û siyaseta bêgorbûnê jî.”   Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), çalakiyên xwe yên piştevaniyê yên bi Dayikên/Mirovên Şemiyê re vê hefteyê jî domandin. Di daxuyaniyên li gelek bajaran hatin kirin de piştgiriya Dayikên Şemiyê yên ketina wan a Qada Galatasarayê hate astengkirin hat kirin û faîlên kesên di binçavan de hatin windakirin û qetilkirin hate pirsîn.   Di daxuyaniya vê hefteyê de çîroka Huseyîn Toraman ê di sala 27’ê cotmeha 1991’an de di bin çavan de hate windakirin hate xwendin. Şaxên ÎHD’ê yên Rîha, Wan, Edene, Mêrsîn, Antalya û Îzmîrê bi armanca piştevaniya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê daxuyaniyên hevpar dan û wiha gotin: “Sedsala komarê di heman demê de bû sedsala windakirinên di bin çavan de û siyaseta bêgorbûnê jî.”