‘Tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime’ 2023-10-28 14:55:23   ENQERE - Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê ku têkildarî meha 142’yan a Komkujiya Roboskê daxuyanî da, diyar kir ku tişta li Roboskê qewimî îro li Xezayê diqewime.   Hewldana Edalete ya Ji Bo Roboskê têkildarî meha 142’yan a Komkujiya Roboskê li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniyê de pankarta “Bila Roboskê careke din neqewime” hate vekirin û endamên Hewldana Edaletê ya Ji Bo Roboskê Tanjû Gunduzalp di daxuyaniyê de axivî.    ‘DARAZÊ HEWL DA KOMKUJIYÊ VEŞÊRE’    Gunduzalp, da zanîn ku bi ser Komkujiya Roboskê 12 sal derbas bûn û 142 meh in êşeke tena nabe heye û diyar kir ku bi Malbatên Roboskê re civak jî li edaletê digere. Gunduzalp axaftina xwe wiha domand: “Di 617 hefteyên ku di ser qetlîamê re derbas bûne, edalet nîne, hiqûq nîne, mirovahî winda ye û berpirs li kolanan in. Di nava 4 hezar û 322 rojên borî de Meclis, daraz, Dadgeha Destûra Bingehîn û DMME’yê bi hev re hewl dan komkujiyê veşêrin. Di komara 100 salî de, di her komkujiyê de ku serdest şirîkên sûc in, sîstem xwe li aliyê bêcezahiştin û bêedaletiyê radigire.”   Gunduzalp, anî ziman ku dewletê mafê jiyanê ku mafê herî bingehîn e nekarî biparêze û wiha got: “Tiştên li Roboskê qewimîn îro li Xezayê diqewimin.”   ‘HETA KU BERPIRSYAR HESABÊ NEDIN NIKARE QALA EDALETÊ BÊ KIRIN’    Gunduzalp, bi lêv kir ku rêya aştî û edaletê di Roboskê re derbas dibe û anî ziman ku Roboskî şerm û birîna nekewandî ya vê axê ye û lêgerîna edaletê ye. Gunduzalp, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heta ku berpirsyarên Roboskê hesabê nedin qala edaletê nikare bê kirin. Me ji bîr nekir, em ji bîr nakin û nadin ji bîr kirin.”