Rêvebera navenda HEDEP’ê hat berdan 2023-10-28 14:59:41   HATAY - Endama PM’ê ya HEDEP’ê Hulya Ateş a serê sibê bi hinceta parvekirina li ser medya dîjîtal hatibû binçavkirin, hat berdan.    Li navçeya Îskenderûnê ya Hatayê polîsan serê sibehê avêt ser mala endama Meclisa Partiyê ya HEDEP’ê Hulya Ateş û ew kiribûn binçavan. Hat zanîn ku Ateş bi îdiaya “porapaganda rêxistinê kiriye” hatiye binçavkirin û wê birin Midûriyeta Polîsan a Îksenderûnê. Ateş piştî îfade da polîsan hat berdan.