Bayindir: Heke em li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin 2023-10-28 15:29:53   ÊLIH - Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir li Êlihê di kongreya OHD’ê de axivî û diyar kir ku ji bo aştî pêk were divê demildest tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe û got: “Heke em li ber xwe bidin, em dikarin tecrîdê rakin.”    Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) a Êlihê Kongreya xwe ya Asayî ya 1’emîn li dar xist. Kongre li avahiya Baroya Êlihê pêk hat. Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û parlamenterê Êlihê Keskîn Bayindir, Serokê Baroya Êlihê Erkan Şenses, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Êlihê, rêveberên HEDEP, HDP û DBP’ê, aktîvîstên TJA’yê û Dayikên Aştiyê beşdarî kongreyê bûn.    Hevserokê Giştî yê DBP’ê Keskîn Bayindir di kongreyê de axivî û diyar kir ku têkoşîna ku OHD di warê hiqûqî de dide gelek girîng e.    ‘EMPERYAL AŞTIYÊ NAXWAZIN’    Bayindir bal kişand êrişên li ser gelê kurd û wiha got: “Hêzên emperyalist ji bo ku pêşî li têkoşîna gelê kurd bigirin, bi awayek hovane êriş dikin. Kurd ji bo jiyanek nû ava bikin û aştiyê bînin Rojhilata Navîn têkoşînek mezin didin. Lê Dewletên aştiyê naxwazin û berjwendiyên wan li Rojhilata Navîn heye, vê axê veguherandine gola xwînê. Têkoşîna ku gelê kurd didin û awayê jiyanê ku diparêzin ji bo gelên Rojhilata Navîn jî rizgarî ye.”    ‘DIVE HER KES LI DIJÎ TECRÎDÊ RABE’   Bayindir li ser tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan rawestiya û wiha axivî: “Tecrîda li Îmraliyê dest pê kir niha dewletê emperyalist li hemû dinyayê vê rê û rêbazê bikar tînin û li her devera cîhanê dixwazin berdewam bikin. Li her qadê hewcedarî pê heye ku li dijî vê tecrîdê têkoşîn bê kirin. Ji bo tecrîd rabe divê em têkoşîna xwe mezin bikin. Gelên gelek deverên cîhanê li dijî vê tecrîda desthilatdariya AKP-MHP’ê ya li Îmraliyê didomînin û li dijî neheqiyê têdikoşin. Di binê hîmê şerê li Rojhilata Navîn de ku didome, tecrîd heye. Ji bo aştî were Rojhilata Navîn acîliyet bi rakirina tecrîdê heye. Ji bo vê yekê çi dikeve ser milê kî divê bêtir bike. Heke em bi awayek mezin li ber xwe bidin em ê dikaribin tecrîdê rakin.”    Di kongreyê de bi yek lîsteyê hilbijartin pêk hat û parêzer Şîrîn Şen û Esra Olmez ji bo hevserokatiya Şaxa OHD’a Êlihê hatin bijartin.