Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî: Dive Cemal Tanhan demildest bê berdan 2023-10-28 15:51:02   ENQERE - Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, xwest ku girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan demildest bê berdan.     Endamên Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî ji bo balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ji bo çalakiya xwe ya 477’emîn a ku her hefte li dar dixin hatin bahev. Girseya ku li ber Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Enqereyê hate bahev pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin.    Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê nexweşê giran Cemal Tanhan ê 68 salî û li Girtîgeha Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin. Hevserokê Şaxa ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci da zanîn ku Cemal Tanhan 29 sal in girtî ye û diyar kir ku ji salekê kêmtir maye ku cezayê li Tanhan hatiye birîn biqede.    ‘DIVÊ TANHAN DEMILDEST BÊ BERDAN’    Tanhan qala rewşa tenduristiyê ya Tanhan kir û wiha got: “Rewşa Tanhan gelek giran e û em dixwazin ku bê berdan û bêyî hukumxwarî be pêvajoya tedawiya wî bê domandin. Ne di wê rewşê de ye ku ji nexweşxaneyê dîsa bibin girtîgehê. Binpêkirina mafê jiyanê û tenduristiyê sûc e. Divê Cemal Tanhan demildest bê berdan.”