‘Girtî Bozkûrt ê nexweşê penceşêrê ye nayê dermankirin’ 2023-10-28 15:54:32   STENBOL - Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê diyar kir ku tevî Delîl Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa T a Wanê tê ragirtin ji sedî 80 astengdar e û nexweşê penceşêrê ye jî nayê dermankirin û xwest Bozkûrt bê berdan.   Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte çalakiya “Rûniştina F” li dar dixe. ÎHD’ê çalakiya 605’emîn a Rûniştina F’yê li ber avahiya komeleya xwe li dar xist. ÎHD’ê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweşê giran Delîl Bozkûrt ê li Girtîgeha Tîpa F a Wanê tê ragirtin. Di daxuyaniya ku parazvanên mafên mirovan û malbatên girtiyên nexweş tev li bûn de pankarta “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Delîl Bozkûrt bê berdan” hate hilgirtin û her tim dirûşmeyên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” , “Tedawî maf e nikare bê astengkirin” û “Tecrîd dikuje piştevanî dide jiyîn” hatin berzkirin.   Daxuyaniya vê hefteyê endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Hatîce Onaran xwend. Onaran, da zanîn ku bi qanûna înfazê ya di 15’ê tîrmehê de kete meriyetê re 80 hezar û 415 girtî hatin berdan û diyar kir ku girtiyên siyasî derveyî vê qanûnê hatin hiştin. Onaran, bi lêv kir ku hemû îtîrazên li dijî vê yekê kirin bê bersiv hatine hiştin û bi biryarên Desteya Çavdêrî û Îdareyê girtiyên nexweş terkî mirinê hatine kirin.    BAL KIŞANDIN SER REWŞA BOZKÛRT   Onaran, da zanîn ku Delîl Bozkûrt ê 21 salî ku li Girtîgeha Tîpa F a Wanê di hucreya yek kesî de tê ragirtin tevî ji sedî 80 astengdar e û bi nexweşiya penceşêra Bûrkît Lenfoma ketiye jî tedawiya wî nayê kirin û wiha got: “Rewşa Bozkûrt ê dema li derve bi nexweşiya Bûrkît Lenfomayê ket û tedawiya wî berdewam dikir hate girtin girêdayî şertên girtîgehê bilez nebaş bûye û di 23’yê cotmehê de ew rakirine nexweşxaneyê.”   Onaran, xwest ku Bozkûrt û hemû girtiyên nexweş ên din bên berdan û wiha got: “Ji bo ku mafê jiyan û tenduristiyê bê parastin bang li hemû rayedaran û raya giştî dikin ku bihestiyar bin.”