Îmzevanên ‘Banga Aştiyê’: Ji bo aştî pêk were divê ewilî em ji aştiyê bawer bikin 2023-10-28 16:02:50 STENBOL - Kesayetên ku deklarasyona “Banga Aştiyê” îmze kirin dan zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd divê her kes ewilî ji aştiyê bawer bike.    Siyasetmedar, rojnamevan, nivîskar, hunermend û rewşenbîr di nav de koma ji 78 kesan pêk tê ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk û aştiyane li hev civiyan. 78 kesayet bi sernavê “Deklarasyona Banga Aştiyê” li hotelek Taksîma Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin û deklarasyonê ragihandin.   Di deklarasyonê de ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd a bi rêbazên demokratîk û aştiyane carek din Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan wek navnîşan hat nîşandan û bang hat kirin ku demildest tecrîda li ser Ocalan bê bidawîkirin.    BÎRDAL: HÊ JÎ TECRÎD DIDOM Û RÊ XITIMÎNE    Beriya eşkerekirna deklarasyonê Serokê Rûmetê yê ÎHD’ê Akin Bîrdal axivî û got: “Em dixwazin çek rawestin, şer biqede û dawî li qetlîaman bê anîn. Du sal berê li vir ji bo bidawîkirina tecrîdê konferansek hat lidarxistin. Mixabin tecrîd hê jî bi dawî nebûye. Lewma em dibêjin divê dawî li polîtîkayên şer bê anîn û heke aştî pêk were dê rê li ber demokratîkbûnê jî veke. Li ser gelê Rojava û Xezeyê du sê sal in şer û qetlîam heye. Aştî bi gelê kurd û gelê Filistînê dikare were. Heta ku aştî û li hevkirin bi gelê kurd û filistînê re neyê kirin, azadî û aştî nayê ser vê axê. Lewma em dibêjin çareserkirina pirsgirêka kurd a demokratîk wê rê li ber deriyê Îmraliyê veke û tecrîd bi dawî bibe. Deriyê tecrîdê deriyê demokrasiyê ye. Kengê zext û tecrîd biqede wê çaxê em dikarin li ser aştî, heqîqet û edaletê biaxivin.”    Piştre dekarasyon hat xwendin û bi dû re jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk û akademîsyen Fatma Gok axivîn.    GOK: DIVÊ ŞER BIBE DERDÊ HER KESΠ   Akademîsyen Fatma Gok ku metnê îmze kiriye anî ziman ku li Rojhilata Navîn li ser mirovahiyê dramek pir mezin diqewime û divê her kes li ber şer rabe û her kes şer ji xwe re bike derd û kul. Gok got ew bi hêvî ne ku wê ev banga wan bigihîje girseyên pir mezin û heta aştî pêk were dê dest ji doza aştiyê bernedin.    TURK: DIVÊ EWILÎ EM JI AŞTIYÊ BAWER BIKIN    Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk jî destnîşan kir ku ew ji bo aştiyê hewldan û têkoşînek pir cidî didin û wiha axivî: “ Ji bo em aştiyê pêk bînin divê beriya her tiştî em baweriya xwe bi aştiyê bînin. Divê li hemberî maf û azadiya hemû gelan hurmet bê nîşandan. Lê mixabin ji ber ku feraseta hurmetnîşandayî nîne heta îro aştî pêk nehatiye û şer diqewime. Rojhilata Navîn bûye fiçiya barûdê. Divê hem gelê kurd hem jî gelê tirk di çarçoveya nirxên demokrasiyê de li derdora pergalek aştiyane kom bibin. Divê gelên Rojhilata Navîn ji bo aştiyê bikevin nava tevgerê. Mantiqa ku kurdan tune dihesibîne li ser kar e û hê jî înkara kurdan û gelan tê kirin.  DI ŞEXSÊ OCALAN DE KURDAN DITEPISÎNIN    Di şexsê birêz Abdullah Ocalan de dixwazin hemû kurdan bitepisînin û bêdeng bikin. Divê pirsgirêk bi rêbazên demokratîk bên çareserkirin. Dema me bi birêz Ocalan re hevdîtin kiribû jî me viya gotibû. Divê her kes ji bo aştî û çareseriyê were cem hev û piştevaniya pêkanîna aştiyê bike.”