Di Sempozyûma Bajêr a Mêrdîmê de 'texrîbatên qeyûman'hatin nîqaşkirin 2023-10-28 19:15:04   MÊRDÎN – Di Sempozyûma Bajêr a 1'emîn de, texrîbatên qeyûman ên li bajaran hat nîqaşkirin.    Lijneya Koordînasyona Bajêr a Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran (TMMOB) a Mêrdînê, li Mêrdînê Sempozyûma Bajêr a 1'emîn li dar xist. Sempozyûm li Eywana Konferansê ya Tahir Elçî ya Baroya Mêrdînê hat lidarxistin. Ji bajarên cuda gelek beşdar û axivêr tevlî sempozyûmê bûn. Sempozyûm bi axaftina Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a TMMOB a Mêrdînê Aydin Aslan dest pê kir.    ‘QEYÛMAN BAJARAN QIR KIR'   Aslan bilêv kir ku bi destê qeyûman bajar û qadên jiyanê rastî texrîbatên mezin hatine û got ku Bajarê Dîrokî yê Darayê bi xwe jî qurbanî polîtîkayên rantê û polîtîkayên turîzmê yên şaş hatiye kirin. Aslan bilêv kir ku ji bo nîqaşkirina tevahiya pirsgirêkên bajêr û pêşniyazên ji bo çareseriyê ev sempozyûm li dar xistine û got ku ew dixwazin encamên sempozyûmê bi tevahiya gel re parve bikin.    Paşê li ser navê şaxên TMMOB'ê yên Sekreterê Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê Alîcan Çetînkaya axivî. Çetînkaya diyar kir ku ji ber rastiya Kurdistanê pêdivî bi rêxistinbûyînê û bihêzbûnê heye û got: "Sedemeke herî girîng a vê yekê jî helwesta rêxistinkirî ya TMMOB'ê ya li dijî rêveberiyên qeyûman û qirkirina bajaran e."   ‘DIVÊ PEYMAN BÊN BETALKIRIN'   Paşê li ser navê Lijneya Rêveber a TMMOB'ê Tûrgay Erkan axivî. Tûrgay bal kişand ser pevçûnên di navbera Filistîn û Îsraîlê û got ku di van sûcên li dijî mirovahiyê de bi qasî ÎSraîlê kesên bêdeng jî berpirs in. Erkan bilêv kir ku heman êriş li Kurdistanê jî hene û got: "Her wiha ev mesele, meseleya emperyalîzmê ye jî. Yekîtiya me her tim li her derî li teref aştiyê, azadiyê û piştevaniyê ye û helwesta antîemperyalîst daye der. TMMOB li gel gelê Filistînê ye. Divê neyê jibîrkirin ku pîlotên ku ji duh ve li Filistînê didin jî li welatê me hatine pwerdekirin. Lewma em bang li desthilatê dikin. Divê hemû peymanên bi Îsraîlê re, çi aborî çi leşkerî bên betalkirin."    Di berdewama axaftina xwe de Erkan got: "Çareseriya van pirsgirêkan divê di çarçoveyeke rêveberiyên demokratîk de bên sererastkirin. Em TMMOB, di biryarên der barê bajêr de rêgeza diyarker a fêdeya ji bo civakê diparêzin."    Paşê Hevşaredara Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Fîgen Altindag a qeyûm tayinî şûna wê hat kirin axivî. Altindagê jî bal kişand ser pêkanînên qeyûman û got ku ew ê li dijî êrişên li ser şaredarîvaniya demokratîk, ekolojîk û azadiya jinê bitêkoşin.    Piştî axaftinan di çaçroveya sempozyûmê de rûniştin hatin pêkanîn. Prof. Dr. Îdrîs Bedîrhanoglû li ser mijara "Sedema mirina zêde ya di erdhejan de çi ye? Divê çib ê kirin?" axivî û Doç. Dr. Pelîn Pinar Gîrîtlîoglû jî li ser mijara "Di pêvajoya erdhej, veguherîn û jinûvesazkirinê de bajar" sekinî.    Paşê di rûniştina duyan de Parêzer Alî Kahraman jî li ser mijara "Bajar û Hiqûq" û Arkeolog Nevîn Soyûkaya jî li ser mijara "Parvekirina Ezmûna Pêvajoya UNESCO ya Amedê" sekinî.    Di rûniştina sêyan de jî Antropolog Abdûrrahîm Ozmen, Plansaz Bajêr Vehbiye Cîran Ay axivîn.