Kesên di çalakiya Dayikên Şemiyê de hatin binçavkirin hatin berdan 2023-10-28 19:18:17       STENBOL- Di çalakiya vê hefteyê ya Dayikên Şemiyê/Mirovên Şemiyê de, 27 kes hatin binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Dayikên Şemiyê û parêzvanên mafên mirovan xwestin vê hefteyê jî çalakiya xwe li Qada Galatasarayê li dar bixin. Lê belê polîsan nehişt û ew kelemçe kirin û binçav kirin. 27 kesên hatin binçavkirin hatin berdan.   Navê kesên hatin binçavkirin wiha ye: “İkbal Eren, Ali Ocak, Besna Tosun, İrfan Bilgin, Huseyin Ocak, Gulseren Yoleri, Oya Ersoy, Leman Yurtsever, Umit Efe, Nazım Dikbaş, Ayşegul Devecioglu, Murat Çelik, İsmail Yucel, Davut Arslan, Dogan ozkan, Seyit Dogan, Salim Derelioglu, Huseyin Aygul, Taylan Bekin, Sevim Sancaktar, Begali Kurnaz, Selim Kara, Mikail Kara, Salih Zeki Tombak, Bedahet Tosun, Huseyin Dogan û Arda İlaldı”