ROJEVA 29'Ê COTMEHA 2023'YAN 2023-10-29 09:00:18   * Di erdhejê de li bajarokê Harmanli yê bi ser navçeya Sergolan a Semsûrê ve 280 avahî hilweşiya bûn. Mexdûrên erdhejê yên li bajarokê ku hêj dest bi çêkirina xaniyan nehatiye kirin, di konteyniran de bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin.   * Siyasetmedarên jin ê Botanê ê der barê kampanyaya ku TJA'ê daye destpêkirin de axivîn û diyar kirin ku li dijî polîtîkayên şerê taybet pêwîstî bi têkoşîneke birêxistinkirî heye û gotin: "Îro dewlet dixwaze ku li damarê civakê bimije û bihelîne. Polîtîkayeke pir zirav dide meşandin û heta nava malên me jî hatiye. Em ê van polîtîkayan teşhîr bikin. Ev sedsal sedsala Jin Jiyan Azadiyê ye."    * Selma Irmakê diyar kir ku qirkirin û înkarkirina li hemberî kurdan kodên bingehîn ên dewletê ne û got ku "Plana Çokşikandinê" ya desthilata AKP'ê li ber berxwedana gel rûxiyaye.    * Dayikên Aştiyê diyar kirin ku dewletên ku êrişên dewletê şermezar dikin li hemberî qetilkirina zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe lê bêdengiyê datînin û gotin: "Gava yên dimirin kurd bin, çima her kes xwe li bêdengiyê datîne?"   * Ji Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 32 meh in agahî nayê girtin. Di 8 salên dawî de herî kêm 19 hevdîtinên bi malbatê û 11 hevdîtinên bi parêzeran re hatin qedexekirin.    * Partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl û demokratîk ên Amedê dê deklarasyona "Ji niha ve ber bi pêşerojê bangawaziya şênber a azadiyê" li Hotêla Demîrê bi daxuyaniyekê ragihînin.  (11.00) ZINDÎ   * Kedkarê çapemeniya azad Kadrî Kaya (Mamoste) dê di 5'emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Amedê bê bibîranîn. (14.00)