Şêniyên Harmanliyê ku di konteyniran de dijîn bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin 2023-10-29 09:00:58   SEMSÛR - Di erdhejê de li bajarokê Harmanli yê bi ser navçeya Sergolan a Semsûrê ve 280 avahî hilweşiya bûn. Mexdûrên erdhejê yên li bajarokê ku hêj dest bi çêkirina xaniyan nehatiye kirin, di konteyniran de bi awayekî bifikar zivistanê pêşwazî dikin.   Di erdhejên ku navenda wan Mereş bû de li 11 bajaran gelek avahî hilweşiyan û bi deh hezaran kesan jiyana xwe ji dest dan. Bi sed hezaran kesên ku piştî erdhejê bêwar man vê zivistanê jî di konteyniran de pêşwazî dikin. Nîviyê navçeya Sergolanê ya Semsûrê ku 48 kîlometre dûrî navçeya Bazarcixa Mereşê ku navenda erdhejê bû, di erdhejê de wêran bû. Li gorî daneyên fermî zêdetirî 409 kesan li navçeyê jiyana xwe ji dest dan. Li navçeya Sergolanê ku di erdhejan de binesazî û rêyên navçeyê xirab bûn bi rojan alîkarî negihişt gundên weran bûyî. Li navenda bajarokê Harmanliyê ku girêdayî navçeya Sergolanê ye, 42 kesan jiyana xwe ji dest dan û 280 avahî hilweşiyan. Mexdurên erdhejê piştî erdhejê li bajarok bêwar man, niha jî di konteyniran de dijîn. Bi nêzbûna zivistanê re pirsgirêka parastinê ya mexdûrên erdhejê jî behtir mezin bû. Mexdûrên erdhejê li bajarokê ku hêj dest bi çêkirina xaniyan nehatiye kirin, di konteyniran de bi awayekî bi fikar zivistanê pêşwazî dikin.   Mexdûra erdhejê Miyase Asker (68) ku di erdhejê de xaniyê wê hilweşiyayê û bi tena serê xwe di konteyirê de dijî diyar kir ku nexweşiyên wê yên weke şekir, gurçik û fitîqa piştê hene û anî ziman ku ew dê nekaribe zivistanê di konteynirê de derbas bike. Asker, ragihand ku di erdhejê de 3 xwarziyên wê jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Heta roja îro jî em li derve bûn. Konteynir ne li gor şert û mercên zivistanê ne. Li vir bê xwedî ne. Heta niha dest bi çêkirina xaniyan nehatiyê kirin. Em dixwazin rojek beriya rojekê dest bi çêkirina xaniyan bê kirin.”   ‘EM DÎSA BÊ WAR IN’   Yek ji mexdûra erdhejê Fazîlet Otûrûm (63) jî di erdhejê de xaniyê wê hilweşiyayê û bi hevserê xwe re di konteyirê de dijî. Otûrûm, anî ziman ku bi nêzbûna zivistanê re pirsgirêka wan a bêwarbûnê hê mezin bûye û wiha axivî: “Zivistan hat lê em dîsa bê war in. Em nikarin di konteyiran de sobeyê pêxin. Sobeyên ceyranê jî fatorayeke giran biha ya ceyranê derdixe holê. Em jî nikarin ev qas perê bidin fatoraya ceyranê. Ev der jî zivistanê pir sar dibe. Divê demildest xaniyên me bên çêkirin.”   Mexdurê erdhejê Bayram Yapicilar (72) ku di erdhejê de xaniyê wî hilweşiyaye û di konteynirê de dijî, pirsgirêka bêwarbûnê bi van gotinan anî ziman: “Hê dest bi çêkirina xaniyan nehatiyê kirin. Çima heta niha dest bi çêkirina xaniyan nehatiyê kirin em jî nizanin.”   ‘DIVÊ DEMILDEST XANIYÊN ME BÊN ÇÊKIRIN’   Mexdûra erdhejê Emîne Kizilaslan (48) ku di erdhejê de xaniyê wan jî hilweşiyaye û niha bi hevserê xwe re di konteynirê de dijî destnîşan kir ku ji niha ve hundirê konteyniran sar e û wiha got: “Pêşiya me zivistan heye, wê bêdhtir sar bibe. Di çileyê zivistanê de em dê di konteyniran de çawa derbas bikin? Tevî ku em klîma pêdixin jî nikarin di konteyniran de germ bibin. Divê demildest xaniyên me bên çêkirin.”   ‘EM PERÎŞAN BÛN’   Mexdûra erdhejê Cemîle Daydaş (60) jî bi lêv kir ku di erdhejê de xaniyê wan hilweşiyayê û axaftina xwe wiha qedand: “Ez û hevserê xwe di konteynirekê de dijîn. Hundirê konteyniran pir biçûk e. Ji ber wê jî em tiştên xwarinê dixin konan. Lê di konan de xirab dibin. Cihekî ku em kincên xwe bixinê tune ye. Her tiştê me di odeyekê de ye. Xanî dê bên çêkirin an nayên çêkirin ne diyar e. Em perîşan bûne. Tenê daxwaza me çêkirina xaniyan e.”   MA / Mahmût Altintaş