Dayikên Aştiyê: Çima gava ên dimirin kurd bin her kes bêdeng e? 2023-10-29 09:03:46   COLEMÊRG - Dayikên Aştiyê diyar kirin ku dewletên ku êrişên dewletê şermezar dikin li hemberî qetilkirina zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe lê bêdengiyê datînin û gotin: "Gava yên dimirin kurd bin, çima her kes xwe li bêdengiyê datîne?"   Tirkiye ku ji 4'ê cotmehê ve êrişî Bakur û Rojhilat Sûriyeyê dike, di van êrişan de binesaziya herêmê û qadên jiyanê yên sivîlan hedef digire. Di van êrişan de nexweşxane, mizgeft, santralên ceyranê û rafîneyên petrolê hatin bombekirin. Li gor rapora Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan (HRW), li herêmê 3 milyon û nîv welatiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bandor ji êrişên Tirkiyeyê yên di navbera 5-10'ê cotmehê de girtin.    Endamên Meclisa Dayikên Aştiyê ya Geverê ku bertek nîşanî êrişên Tirkiyeyê dan û diyar kirin ku dewletên ku êrişên dewletê şermezar dikin li hemberî qetilkirina zarokên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe lê bêdengiyê datînin û gotin: "Gava yên dimirin kurd bin, çima her kes xwe li bêdengiyê datîne?"   BÊDENGÎ   Dayik Aştiyê Gulçîn Karaburk destnîşan kir ku bi salan e tekane daxwaza wan aştî ye û got: "Em naxwazin tu kes bimire, lê bi salan e zarokên kurdan tên kuştin. Gava zarokên kurdan tên kuştin deng ji tu dewletan dernayê. Her kes xwe li bêdengiyê datîne. Welatên Rojhilata Navîn dibêjin 'em misilman in' lê gava mesele kurd bin xwe li bêdengiyê datînin. Em kurd tenê doza mafên xwe dikin. Em naxwazin zarokên me bimirin û bên kuştin."    Karaburk bal kişand şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de jî û got: "Li her du welatan şer heye. Herkes behsa wê dike lê kes şerê li Rojavayê nabîne. Em dixwazin dewlet ji bo kurdan jî hesas bin. Bila cihêkarî neyê kirin. Em ne şer, em aştiyê dixwazin. Em naxwazin mirov bimirin. Êdî em naxwazin zarokên kurdan bimirin. Çima gav zarokên kurdan dimirin dinya xwe li ker û lalitiyê datîne. Gava zarokên Filistînê mirin her kes rabû ser pêyan lê çima ji bo zarokên kurdan bêdeng in? Mirin bi kêrî kesî nayê. Divê hemû aştîxwaz li dijî şeran rabin."    ‘ÊN BÊDENG DURÛ NE'   Dayika Aştiyê Emîne Engudarê jî diyar kir ku tevahiya cîhanê li dijî şerê Îsraîl-Filistînê rabûye û got ku ev helwesteke rast e. Engudar wiha axivî: "Em naxwazin şer çêbibin û kes biire. Lê çima dewletên din kurdan û zarokên wan nabînin? Em dixwazin şerê li cîhanê û şerê li ser kurdan demildet bi dawî bibe. Gava ên dimirin kurd bin, dewlet xwe li bêdengiyê datînin. Çima kurdan nabînin? Bi salan e êrişî Rojavayê dikin, zarokan dikujin lê kes ji bo Rojavayê deng ji xwe dernaxe. Ên ji bo kurdan ranabin ser pêyan bêwijdan in. Ên ji bo berjewendiyên xwe li dijî şer deng derdixin û piştgiriya hin derdoran dikin durû ne."    MA / Mazlûm Engîndenîz