Dîroknas Aydin: Hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bi Komara Demokratîk dikare bên çareserkirin 2023-10-29 10:08:43 STENBOL - Dîroknas Erdogan diyar kir ku komara di nava sed salan de ji bilî tunekirin û înkarê tu tiştek bo gelan ne anî û got ku fîkra “Komara Demokratîk” a Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dikare hemû pirsgirêkan çareser bike.    Komara Tirkiyeyê ku piştî jihevbelavbûna Osmaniyan di 29’ê cotmeha 1923’yan li ser bingeha “tirkîtiyê” hate avakirin, kete sala sedemîn. Rejîma komarê ku pêvajoya avakirinê li ser şîara “welatê hevpar û yekitiyê” xurt kir, piştî damezirandinê ji bilî polîtîkayên înkar, tunekirin û pişaftinê tu tiştek pêşkeşî kurdan û neteweyên din nekir.    Li dijî van polîtîkayan, gelê kurd bi daxwaza statûyê ev sed sal in li ber xwe didin. Ev rewş, heta PKK’ê berdewam kir ku weke “29’emîn Serhildana Kurdan” tê pênasekirin. Bi têkoşîna çekdarî ya PKK’ê re rewş veguherî qonaxeke din û Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji bo çareseriyê pêşniyara avakirina “Komara Demokratîk” kir.      Dîroknas-nivîskar Erdogan Aydin têkildarî pêvajoya avakirina komarê, rewşa kurdan û pêşniyarên çareseriyê yên Abdullah Ocalan nirxand.    PÊVAJOYA AVAKIRINA KOMARÊ    Aydin, diyar kir ku projeya komarê ji pêvajoya piştî jihevbelavbûna Osmaniyan dest pê kiriye û wiha got: “Di destpêka têkoşîna neteweyî de Kongreya Erziromê hate lidarxistin ku bi xwedîderketina kurdan hate lidarxistin û gava ewil bû. Hewl dan di pêvajoya ber bi avakirina TBMM’ê de teşeyekî bidin mutabaqeta pêşerojê. Hem di kongreya Erziromê de hem jî di ya Sêwasê de tiştekî pir eşkere heye ku têkoşîna tê dayîn tenê ji tirkîtiyê pêk nayê. Têgeha tirkîtiyê nehat bikaranîn. Gelemperî têgeha misilmantiyê hat bikaranîn. Têkoşîna neteweyî gavekî demokratîk bû. Li ser teahûdên hatine dayîn, hem kurd hem jî gelên din tev li bûn. Heman teahûd di protokola Amasyayê de hatin kirin. Di Mîsak-i Mîllî de jî weke xaka tirk û kurdan hate pênasekirin. Qala wekheviya her du gelan û mafê diyarkirina pêşerojê ya her du gelan hate kirin. Anku em dikarin bibêjin têkoşîna neteweyî, beriya veguhere forma komarê, xwedî potansiyeleke demokratîk bû.”    GIRÎNGIYA DESTÛRA BINGEHÎN A 1921’Ê    Bi domdarî Aydin destnîşan kir ku Destûra Bingehîn a 1921’ê di vê pêvajoyê de girîng bû û ev tişt anî ziman: “Di vê qanûnê de hukmên ku xweseriya kurdan qebûl dike hebûn. Ji 24 xalan pêk dihat û teahûdên girîng hebûn. Yek ji xalên wê yên girîng mîsogerkirina xweseriyê bû. Dê her bajarekî şaredarê xwe hilbijarta û wan bajar birêve bibira. Lê bi hevdîtinên Lozanê re Destûra Bingehîn a 1921’ê hêdî hêdî ji holê rakirin. Ev peyman, ji bo kurdan qonaxekî girîng bû. Ev peyman, li ser tunehesibandina kurdan hate îmzekirin. Di Konferansa Lozanê de li gel ingilîzan bazariyên mezin hatin kirin. Li ser israra ingilîzan, têgeha kêmneteweyê tenê ji bo kesên ne misilman hate bikaranîn. Anku di Lozanê de pêşeroj li ser tirkan û kesên dê bihatina asîmîlekirin hate avakirin.”    DESTPÊKA PÊVAJOYA ÎNKARÊ    Di berdewamê de Aydin anî ziman ku bi ragihandina komarê re Destûra Bingehîn a 1921’ê êdî jiholê hate rakirin û ev nirxandin kir: “Derbasî Destûra Bingehîn a 1924’ê bûn ku netewe-dewlet esas digirt. Bi vê destûra bingehîn re ji bilî nasnameya tirk, hemû nasname tune hatin hesibandin û pêvajoya înkarê dest pê kir. Bi ragihandina komarê re hemû taybetiyên komarê yek bi yek kêm bûn. Di xala 66’an a Destûa Bingehîn a 1924’ê de hemû kes weke tirk hatin ragihandin. Soza xurtkirina rêveberiyên herêmî û xweseriyê hatin jibîrkirin. Ji roja ragihandina komarê heta niha derfetên demokratîkbûna komarê roj bi roj j holê hatin rakirin.”   ‘SERHILDAN LI KURDAN FERZ KIRIN’   Dîroknas Aydin daxuyand ku piştî înkarkirina hemû nasnameyên din, li dijî kurdan polîtîkayên pişaftin û tunekirinê ketine meriyetê û wiha pê de çû: “Li dijî vê yekê kurd neçar kirin ku serî hil din. Serhildana Şêx Seîd jî li ser vê bingehê derket. Kurdên ku digotin dê li gel tirkan pêşerojekê ava bikin, ji nişkan ve rastî înkar û qedexeya kurdbûnê hatin. Ev yek jî nîşan dide ku komar ne ber bi demokratîkbûnê ve lê ber bi yekperestiyê ve çûye.”    SERHILDANA 29’AN: PKK   Aydin, bal kişand ser serhildanên kurdan ên li dijî polîtîkayên tunehesibandinê û wiha li ser PKK’ê sekinî: “Di tevahiya dîroka komarê de rejîma komarê cara ewil di 2013-2015’an de rêya guftûgoya bi Abdullah Ocalan re vekir û pêvajoya çareseriyê da destpêkirin. Binêrin, îro tu kes ji bo navbeynkariyê Tirkiyeyê nêzî mijara Filistînê nake. Lê di pêvajoya çareseriyê de heman partî, kes û îktîdar hebûn. Hemû saziyên navneteweyî jê re rêz digirtin. Di nava 20 aboriyên herî mezin de di rêza 17’an de bû. Lê niha her tişt berevajî vê ye. Ev yek yekser eleqeya xwe bi siyaseta li dijî pirsgirêka kurd re heye.”    ÇARESERÎ: KOMARA DEMOKRATÎK E    Aydin, got ku polîtîkayên tunehesibandin û tunekirinê yên li dijî kurdan dîsa ketine meriyetê û wiha pê de çû: “Bi ser re tecrîda li ser Abdullah Ocalan giran kirin ku aktorê sereke yê pêvajoyê bû. Bi vê yekê re rewşa aboriyê û civakê roj bi roj xerabtir bû. Di esasê xwe de tecrîd, binpêkirina qanûnan e. Ev zîhniyet, di heman demê de pêşiya Tirkiyeyê digire. Rêya çareseriya mayînde ya pirsgirêka kurd, projeya ‘Komara Demokratîk’ a Abdullah Ocalan e. Bi rêya vê projeyê dikare hemû pirsgirêkên Tirkiyeyê bên çareserkirin. Heke îro Amed, Mûş, Bedlîs, Mêrdîn û Colemêrg nekare ji hêla nûnerên xwe yên hilbijartî ve were birêvebirin, ev yek dubarekirina kiriyarên Ingilistanê yên sed sal berê li Hindistanê kirin e. Ev yek tê wê wateyê ku gelê kurd û qadên wan ên jiyanê weke mêtingeha xwe dibînin. Lewma divê Tirkiye vê projeya tevgera kurd qebûl bike.”   MA / Îbrahîm Irmak