Ji Amedê ‘Banga ji bo Azadiyê’: Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareserî 2023-10-29 11:04:43 AMED - Partiyên siyasî jî di nav de gelek sazî û rêxistin li Amedê hatin cem hev û ji bo azadiyê bang kirin. Di bangawaziyê de daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate kirin û ji bo çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk bangawazî hate kirin.  Rêxistinên civaka sivîl, komele û partiyên siyasî jî di nav de gelek sazî li Hotêla Demîr a li navçeya Sûr a Amedê hatin gel hev û deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” eşkere kirin. Li eywana daxuyanî lê hate dayîn flamayên “Aştî” û “Azadî” hatin daliqandin. Daxuyaniya bi kurdî ji aliyê Hevserokê Giştî yê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Keskîn Bayindir ve ya tirkî jî ji aliyê aktivîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Rûken Zeryam Işik ve hate xwendin.   Metna deklarasyonê wiha ye: “Di bingeha pirsgirêkên civakî, şer û qirkirina xwezayê de, feraseta dewletê û polîtîkayên înkarê ya gelan, baweriyan, çandan û nasnameyan heye. Dewlet hewl dide ku bi vê ferasetê şer û pevçûnan kurtir bike û bi vê rêyê dixwaze ku hemû berhevkirinê civakî werin tesfiyekirin û têkbirin. Em dibînin, pêkanînên ku wekî sûcên giran tên pênasekirin û pêwiste tu car li hemberî civakê pêk neyên, bi awayekî aşkere ji aliyê desthilatan ve pêk tên, serdest û rayedarên dewletê sûcdaran diparêzin, dixwazin sûcên ku li hemberî gel û civakê pêk tên meşrû nîşan bidin.   GELÊ KURD BI GEFAN RE RÛ BI RÛ YE   Van sûcan, di vê demê de li Rojava/ Bakur-Rojavayê Sûriyeyê/ Filistîn, Qerebax, Ukrayna û li gelek cîhên din pêk tên ber bi çav e. Bi kurtasî em qala rewşeke ku navenda wê Rojhilata Navîn,yanî Mezopotamya û tevahiya cîhanê belav bûye dikin.  Gelê Kurd (ligel hemû destkeftiyên xwe) bi tehdîdên giran re rû bu rû ye. Gelên Ermenî û Ereb, gelên qefqas û balqanan di nav şer û pevçûnan de ne. Her wiha sîstema kapîtalîst çav berdaye hemû erdnîgariyên ku gelên cûda lê dijîn. Ev gel ji dewlemendiyên xwe yên sererd û binerd bêpar tên hîştin û ji axa xwe tên koçberkirin.   NY BERPIRSIYARIYA XWE BI CIH NAYNE   Heke em li gorî tecrûbeyên dîrokî bifikirin, sîstema Neteweyên Yekbûyî ya ku piştî şerê cîhanê yê duyemîn parastina nirxên mirovahiyê  girtiye ser milê xwe berpirsiyariya xwe bi cih nayne. Li cîhanê serokdewletek yan jî siyasetmedarek nîne ku bi hêz û îradeya xwe van pirsgirêkên pergalî  çareser bike. Qaşo pêşengên siyaseta dinyayê, di şûna çareseriyê de, dibin sedema alozî û êşên ku pêk tên.   DESTÊ OCALAN YÊ ÇARESERIYÊ HEWA MA   Birêz Ocalan pêşeng û siyasetmedarê yekemîn e ku bi pêşdîtînên xwe dikare pirsgirêkên pêşerojê yên li herêmê, li Rojhilata Navîn û li dinyayê biqewimin tespît bike. Di sala 2019 an de, hîn şer, pevçûn û qirkirinan dest pê nekiribû, bi pêşdîtinên xwe diyar kiribû ku pirsgirêkên ku di vê demê de li herêmê û li cîhanê pêk tên, ji aliyê civakî ve wê girantir bibin û bibin sedema qirkirinan. Wî anibû ziman ku “Ez dixwazim pêşî li derzên civakî û dîrokî bigirim” û rêbazên mîna lihevkirinên demokratik, siyaseta azad û hiqûqa gerdûnî têkevin meriyetê pêşniyar kiribû. Destên wî yên ji bo çareserî û aştiya navbera gel li hewa mabû û ji aliye hêzên serdest ve şerên bêsînor hatibûn pêşxistin.   DEMOKRASÎ ŞAŞ HATIYE PÊNASE KIRIN   Van tesbît û bangawaziyên, bi baweriya xwe ya azadî û heqîqetê anîbû ziman. Ji bo xetereyên ku wek çarenûs tên nişandan beralî bike, îradeyeke xurt nîşan dabû ku di kesayeta Kurdan de çareseriyê di asta gerdûnî de bixe xizmeta gelên cîhanê. Nêrîn û pêşdîtînên Birêz  Ocalan, baş hatiye fêmkirin ku li Tirkiyeyê pêkhatina demokrasiyê rasterast bi çareserkirina pirsgirêka Kurd ve girêdayî ye. Tê zanîn ku demokrasî di destpêka avabûna Komara Tirkiyeyê de şaş hatiye pênasekirin û bi vê pênasekirina şaş, hemû reng, deng, çand û ziman hatine înkarkirin. Sedema vê înkarê jî ew e ku komara Tirkiyeyê li ser bingeha netewdewlet û kapîtalîst a yek nasnameyî hatiye avakirin.   OCALAN AKTORÊ BINGEHÎN E   Mixabin ev sedsal in ku sîstema netewdewlet li erdnîgariya me, rê li bêr sûcên giran ên ku li hemberî mirovahiyê pêk tên vekiriye. Birêz Ocalan ê bi hişmendiya çareserkirina pirsgirêkan derketiye rê û dest bi têkoşînê kiriye, paradigmaya çareseriyê afirandiye û di siyaseta jîyana azad de israr kiriye, nîşan daye ku ew aktorê bingehîn ê pêşketina polîtîk û demokratîk e. Perspektîf û pêşdîtîna birêz Ocalan a bi rêya hevdîtin û muzakreyan, bi rêbazên aştîyane, girîngiyeke dîrokî ya di asta stratejîk de ye.   MÎNAKA ROJAVA BÛYE HÊZA ÇARESER KIRINA PIRSGIRÊKAN   Ji bo ku kurdan bi ziman, nasname û erdnîgariya wan re bigihîne statûyeke neteweyî, paradîgmayeke bi perspektîfa neteweya demokratik pêş xistiye, em îro dibînin ku ev paradigma, bi taybet bi mînaka Rojava, ji boTirkiye û Rojhilata Navîn, ji bo tevahiya cîhanê buye hêza çareserkirina pirsgirêkan. Ev hêza nêrînên wî yên ekolojîk û azadîparêziya jinê, hem ji bo çareserkirina pirsgirêkên civakî yên vê demê û hem jî, ji bo pêşerojê ne.   DIXWAZIN BI RÊYA TECRÎDÊ OCALAN BIDIN JI BÎR KIRIN   Êdî ji çar aliyên dinyayê gel, rewşenbîr, nivîskar, hunermend û siyasetmedar jî dibînin ku nêrînên birêz Ocalan, li hember pergala kapîtalîst bûne alternatîf û hêviya çareseriyê. Her çiqas birêz Ocalan li Îmraliyê hatibe tecrîtkirin û desthilatan xwestiye ku têkiliya wî jî dinyayê qut bikin jî, her dem ji bo ku krîzên heyî bi dawî bibin teoriyên çareseriyê bi pêş  xistiye. Xwestin ku bi rêya tecrîdê birêz Ocalan bidin jibîrkirin. Lê ramanên wî gihîştine hemû gelan û tevahiya cîhanê. Birêz Ocalan niha li tevahiya cîhanê  aktorê herî polîtîk û zanayê ku dinya nêrînên wî esas digire ye.   BIRÊZ OCALAN AZADIYA ME YE   Brêz Ocalan afrînerê jiyana hevpar û wekhev a artarnatîf e.  Ji bo azadiya Birêz Ocalan û ji bo pergala wekhevî û heqîqetê ava bibe li tevahiya cîhanê têkoşîn tê meşandin. Hemû kes û kesayetên ku têkoşîna azadiya birêz Ocalan dimeşînin, bi yek dengî diqîrin û dibêjin azadiya Birêz Ocalan Azadiya me ye. Ev tespit nişan dide ku her têkoşîna were meşandin ji jiyana wan jî ne dû re.   DIVÊ DEMILDEST TECRÎD BÊ RAKIRIN   Hemû jinên cîhanê diyar dikin ku, pêşketina têkoşîna jinên Kurd a li gorî nêrînên birêz Ocalan  bandor li wan kiriye û ew ê jî tevlî vê têkoşîna ramana azad û jîyana azad bibin, têkoşîna jinê geş bikin, bipêş bixin û dibêjin pergala tecrîda Îmraliyê ya ku Birêz Ocalan tê de ye, rewşeke li dijî mirovahiyê ye û pêwiste demildest ev tecrît bi dawî bibe, rêgez û rêbazên gerdûnî yên ji bo Nelson Mandela pêk hatin, jî bo Birêz Ocalan jî divê pêk werin.    ROJ ROJA BIRÊZ OCALAN RASTERAST BI GELAN RE BÊ CEM HEV E   Lê tê zanîn ku ev 25 sal in hemû mafên Birêz Ocalan ên huqûqî tên binpêkirin û bi cih nayên. Ya girîngtir, ev ji 30 mehan zêdetir e tu agahî jî Birêz Ocalan nayê girtin. Di serî de divê hevdîtinên parêrez û malbatan bi Birêz Ocalan û girtiyê Îmraliyê re werin kirin, agahiyên zelal ji Îmraliyê werin girtin. Ji bo çareseriya pirsgirêkên civakî û siyasî pêwiste şert û mercên têkoşîna siyasî û pêkhatina muzakereyan ji bo Birêz Ocalan bên afirandin ku hevî û bendewariyên gelê Kurd û gelên cîhanê yên ji aliyê civakî û siyasî ve pêk werin.Roj ew roj e ku Birêz Ocalan rasterast bi gelan re were cem hev da ku rola xwe ya aşitî û azadiyê pêk bîne.”   Sazî û partiyên siyasî yên ku deklerasyon îmze kirine wiha ne: 1. Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) 2. Tevgera Jinên Azad (TJA) 3. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) 4. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP)  5. Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) 6. Federasyona Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Med’ê (MED TUHAD-FED)  7. Şaxa Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikûmxaran re (TUHAY-DER) ya Amedê 8. Şaxa TUHAY-DER a Edeneyê  9. Şaxa TUHAY-DER’a Mêrsînê 10. Şaxa TUHAY-DER’a Îzmîrê  11. Şaxa TUHAY-DER’a Stenbolê  12. Şaxa TUHAY-DER’a Wanê  13. Şaxa TUHAY-DER’a Êlihê 14. Şaxa TUHAY-DER’aMêrdînê  15. Şaxa TUHAY-DER’a Şirnexê 16. MEBYA-DER a Amedê  17. Nûnertiya MEBYA-DER’ê ya Bismil, Farqîn û Pasûrê  18. MEBYA-DER a Cizîrê  19. MEBYA-DER a Êlihê  20. MEBYA-DER a Mêrdînê 21. MEBYA-DER a Wanê  22. Komeleya Elewiyan a Demokratîk (DAD)  23. Tevgera Ekolojiyê ya Mezopotamyayê  24. Alim-Der a Amedê  25. komeleya Lêkolînên Zanistên Olî ya Wanê 26. Komeleya Lêkolînên Ol û Baweriyan a Meşînê (MDÎAD)  27. Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olê ya Îzmîrê  28. Konreya Demokratîk a Îslamê 29. Kovara Destar 30. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê 31. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Arî 32. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Arsîsayê 33. Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Botanê 34. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Avestayê 35. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Feradê 36.  Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Birca Belekê 37. Komeleya Lêkolînên Çand û Ziman a Ankayê 38. Komeleya Wêjekarên Kurd 39. Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê 40. Enstîtuya Kurdî ya Amedê 41. Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê 42. Înstîtûya Kurdî ya li Elmanyayê 43. Enstîtuya Kurdî ya Brukselê 44. Enstîtuya Kurdî ya Swîsreyê 45. Platforma Îxrackiriyan a Amedê  46. Meclisa Jinan a KESK’a Amedê 47. Şaxa BES’ê ya Amedê  48. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Bismilê  49. Şaxa BTS’ê ya Amedê  50. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çermûgê  51. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Çinarê  52. Şaxa DÎVES’ê ya Amedê  53. Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê ya Amedê 54. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Gêlê  55. Şaxa Hejmar 1 a Egîtîm Senê ya Amedê  56. Şaxa Hejmar 2 ya Egîtîm Senê ya Amedê  57. Şaxa Hejmar 3 ya Egîtîm Senê ya Amedê  58. Meclisa Jinan a Egîtîm Senê  59. Akademiya Kedê ya Amedê  60. Şaxa Hejmar 1 a Genel Îş’ê ya Amedê  61. Şaxa Hejmar 2 ya Genel Îş’ê ya Amedê 62. Şaxa Haber Senê ya Amedê  63. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hênê  64. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Amedê 65. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Karazê  66. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Pasûrê 67. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Liceyê 68. Nûnertiya SES’ê ya Bismilê 69. Nûnertiya SES’ê ya Erxeniyê 70. Meclisa Jinan a SES’ê 71. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Farqînê 72. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Amedê  73. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Amedê 74. Şaxa YAPI YOL SEN’ê ya Amedê 75. Şaxa BES’ê ya Êlihê 76. Şaxa BTS’ê ya Êlihê 77. Nûnertiya DÎVES’ê ya Êlihê 78. Şaxa Egîtîm Senê ya Êlihê 79. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Qûbînê 80. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Hezoyê 81. Nûnertiya ESM’ê ya Êlihê 82. Nûnertiya Genel Îş’ê ya Êlihê 83. Nûnertiya HABER SEN’ê ya Êlihê 84. Şaxa PETROL ÎŞ’ê ya Êlihê 85. Şaxa SES’ê ya Êlihê  86. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Êlihê 87. Şaxa YAPIYOL SEN’ê ya Êlihê 88. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Êlihê  89. Şaxa Egîtîm Sen’ê ya Mêrdînê 90. Nûnertiya Egîtîm Sen’ê ya Qoserê 91. Nûnertiya Egîtîm Senê ya Nisêbînê 92. Şaxa BES’ê ya Mêrdînê 93. Şaxa TARIM ORKAM SEN’ê ya Mêrdînê 94. ÇEVDER a Mêrdînê 95. Şaxa Egîtîm Senê ya Şirnexê 96. Şaxa Genel Îş’ê ya Şirnexê 97. Platforma Şaxan a KESK’a Colemêrgê 98. Şaxa Genel Îş’ê ya Colemêrgê 99. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Mûşê 100. Platforma Şaxan a KESK’ê ya Rihayê 101.  ÎKK’a TMMOB’ê ya Amedê (13 şax) 102. Nûnertiya Odeya Endezyarên Makîneyê 103. Şaxa Egîtîm Senê ya Sêrtê 104. Şaxa SES’ê ya Sêrtê 105. Şaxa BTS’ê ya Sêrtê 106. Şaxa BES’ê ya Sêrtê 107. Şaxa TUMBEL SEN’ê ya Sêrtê 108. Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê (32) sazî  109. Komeleya Çavdêriya Koçberiyê 110. Komeleya Lêkolînkirina Koçberiyê ya Serhedê 111. Komeleya Şopandina Koçberiyê û Lêkolînê ya Mezopotamyayê 112. Komeleya Lêkolîn û Şopandinê ya Koçberî û Penaberan a Çukurovayê  113. Komeleya Jinan a Rosayê 114. Komeleya Jinan a Starê 115. Komeleya Jinan a Mîmozayê 116. Komeleya Dema Jinan e 117. KASED 118. MA Music  119. ŞanoWan 120. Jîn Art 121. Şanoya Bajêr 122. Komeleya Akademiya Sînemayê ya Rojhilata Navîn 123. Komeleya Çand û Hunerê ya Serhedê 124. Komeleya Çand û Hunerê ya Aryenê 125. Komeleya Çand û Hunerê ya Dicleyê 126. Komeleya Çand û Hunerê ya Nefelê 127. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Stenbol) 128. Navenda Çanda Mezopotamyayê (Qoser) 129. Navenda Çanda Baharê 130.  Înîsiyatîfa Dayikên Aştiyê 131- Şaxa Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) ya Mêrdînê 132- Platforma Demokrasiyê ya Bedlîsê (10 sazî) 133 - Şaxa Genel Îş a Bedlîsê