Ahmet Turk: Aştî bi bêdengmayînê nayê 2023-10-29 11:07:30 STENBOL - Siyasetmedarê kurd Ahmet Turk ku yek ji kesên deklarasyona çareserkirina pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk îmze kiribû diyar kir ku ev bangawazî tenê destpêkeke û wiha got: “Divê her kesên li gel aştiyê êdî dengê xwe bilindtir bike û fikrên xwe vebêje. Aştî, bi bêdengiyê nayê.”    Duh li Stenbolê bangawaziyeke girîng hate kirin. Siyasetmedar, rojnameger, rewşenbîr û hunermend jî di nav de bi giştî 78 kesan ji bo pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk û aştiyane were çareserkirin, li Stenbolê hatin gel hev. 78 kesên ku deklarasyona “Bangawaziya aştiyê” îmze kirin, deklarasyon bi daxuyaniyekê ragihandin. Di deklarasyonê de hat gotin ku hewldana wan a ji vê bangawaziyê ji bo aştiyê ye. Her wiha hat xwestin ku tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe û pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bibe.    Yek ji kesên deklarasyon îmze kirî jî siyasetmedarê kurd Ahmet Turk bû. Turk, têkildarî girîngiya deklarasyonê bi ajansa me re axivî.    ‘SIYASTEA ÎNKARÊ BI XWE RE NEÇARESERÎ ANÎ’    Ahmet Turk diyar kir ku li erdnîgariya Rojhilata Navîn di çarçoveya berjewendiyên dewletên emperyal de her cureyên lîstikan tên lîstin û wiha got: “Ev dewletên navborî, vîn û pêşeroja gelan îpotek dikin. Heke em rewşeke ku gel hevdû hembêz dikin, maf û azadiyên hev nas dikin ava nekin, dê tiştên îro bi serê Filistînê tên sibe bi serê gelên din bên. Lewma divê em gelek bihestiyar tevbigerin. Gelê kurd ji destpêkê heta niha rastî heman polîtîkayên pişavtin û zextan tê. Her kesê li dijî êrişan daxwaza edalet, wekhevî û mafan dike jî weke ‘terorîst’ tê pênasekirin. Kurd dabeşî çar parçeyan hatine kirin û her kes kurdan weke xetere dibîne. Lê kurd bi gelên din re jiyaneke hevpar û azad esas digirin. Ji bo vê hewl didin. Lê mixabin encamekî bi dest naxin.    Heke peywendiyên baş bi kurdên li Rojava, Rojhilat û Bakur re bihatina danîn, heke bi mantiqeke ku çand, nasname, bawerî û mafên kurdan qebûl dikin nêz bûbûna, dê Tirkiye û Rojhlata Navîn pir cuda bûya. Dê hêzên emperyal nekariyan li Rojhilata Navîn van lîstikan bilizîn û dê şer çênebûbûna. Lê mixabin siyaseta înkarger li Rojhilata Navîn bi xwe re neçareserî pêş xist.”    HEWLDANÊN AŞTIYÊ YÊN ABDULLAH OCALAN   Bi domdarî Turk bal kişand ser hewldanên aştiyê û çareserkirina pirsgirêka kurd ên Abdullah Ocalan û wiha domand: “Birêz Ocalan, di hevdîtinên me yên berê de îradeya xwe ya ji bo xurtkirina siyaseta demokratîk û çareserkirina pirsgirêkê bi rêyên demokratîk nîşan da. Heke îro hevdîtina bihatina kirin, di wê baweriyê de me ku dê fikrên xwe yên di mijara aştiyê de dîsa bibêje. Birêz Ocalan ji bo aştî were vî welatî hewl da û fikrên xwe vegot. Lê mixabin hemû hewldanên wî bêencam man.”    'HEKE EM BÊDENG BIMÎNIN DÊ AŞTÎ NEYÊ’   Di berdewamê de Turk daxuyand ku li her devera Rojhilata Navîn feraseteke ku ji aştiyê ditirse û peyva aştiyê weke sûc dibîne serdest e û wiha pê de çû: “Divê rewşenbîr, siyasetmedar û demokratên vî welatî talûkeyên li Rojhilata Navîn baş bibînin û ji bo aştiyê têkoşîneke mezin bidin. Bangawaziya me ya aştiyê ya bi deklarasyonê tenê destpêkeke. Divê her kesên li gel aştiyê dengê xwe bilindtir bikin û fikrên xwe bibêjin. Heke em bêdeng bimînin dê aştî neyê. Bi rastî jî heke em dengê xwe bilindtir bikin, dê ev yek bandorê li siyasetê bike.”    'TECRÎD RÊ LI BER AŞTIYÊ DIGIRE’   Turk, got ku tecrîda li ser Abdullah Ocalan rêya aştiyê digire û axaftina xwe wiha qedand: “Ev feraset dê tu xêrekê negihîne Tirkiyeyê. Gelê kurd ji bo jiyaneke hevpar, adilane û azad a bi gelên din re têdikoşe. Divê gelê tirk vê bizane. Gelên tirk û kurd bi hezaran salan bi hev re jiyan û divê li rêyên pêkvejiyanê bigerin. Rêya vê jî bi naskirin û qebûlkirina mafên gelê kurd pêkan e. Ji bo ku encamên deklarasyonê bikevin pratîkê dê hewldanek hebe. Inyet, hewldan û daxwazên me diyar in. Divê êdî her kes van daxwazên me bibîne.”   MA / Esra Soliîn Dal