Ji ber êrişan Herêma Cizîrê bê ceyran ma 2023-10-29 11:11:06   RIHA - Ji ber êrişên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji sedî 50’î ceyrana Herêma Cizîrê ji xizmetê derket û herêm bêceyran ma.    Ji ber êrişên hewayî yên dewleta tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ziyan gihişte gelek navendên xizmetê û nema dikarin xizmetê bidin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA); ji ber êrişan nêzî milyarek û 270 milyon û 782 dolar ziyan gihişt binesaziya herêmê. Li gorî Lijneya Enerjiyê ya Herêma Cizîrê; ziyaneke biqasî ji sedî 50 gihişt binesaziya ceyranê ya herêmê.    Hedefgirtina santralên ceyranê di heman demê de bandoreke neyînî li stasyonên av, petrol û benzînê kir. Serokê Lijneya Enerjiyê yê Herêma Cizîrê Ekrem Silêman diyar kir ku dê stasyonên rastî êrişê hatin di demekî kin de bên nûkirin lê ji ber ambargoya heyî zehmetiyan dikêşin.