Li Cizîrê qeyûm hate protestokirin: Em nas nakin 2023-10-29 12:19:15 ŞIRNEX - Bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm li Şaredariya Cizîrê çalakî hate lidarxistin û tayînkirina qeyûm bi bin dorpêça polîsan de hate protestokirin. Parlamenterê HEDEP’ê Zekî Îrmez tayînkirina qeyûm weke “xespkirina îradeyê” pênase kir û got ku ew qeyûm nas nakin.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) bi boneya salvegera tayînkirina qeyûm li Şaredariya Cizîrê, xwest li pêşiya avahiya xwe daxuyanî bide. Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ê Şirnexê Mehmet Zekî Îrmez, Hevşaredarên Cizîrê Mehmet Zirig û Bêrîvan Kutlu ku li şûna wan qeyûm hatiye tayînkirin û gelek kes li avahiya partiyê amade bûn.   ‘EM QEYÛMAN NAS NAKIN’   Polîsan, di saetên serê sibehê de hemû rêyên ber bi avahiya partiyê ve diçûn dorpêç kirin. Polîsan, hinceta “qedexeya lidarxistina çalakî û xwepêşandanan a ji bo du rojan” nîşan dan û gotin ku dê destûrê nedin. Ji bo astengkirina koma dixwest derkeve pêşiya avahiyê, polîsan derî bi bariyetan girt. Çalakvanan jî li mertalên polîsan û li derî xistin û astengkirina polîsan protesto kirin.    Parlamenterê HEDEP’ê Zekî Îrmez got ku salvegera 100’emîn a komarê ye û wiha got: “Komar, li ser xespkirina mafên gelê kurd hate avakirin. Gelê kurd ji bo jiyaneke azad û wekhev siyaseta demokratîk dimeşînin. Li şaredariyên me qeyûm hatin tayînkirin lê em van qeyûman nas nakin.”    Hevşaredara Cizîrê Bêrîvan Kutlu jî got ku qeyûm, “nîşaneya bêçaretiya AKP’ê ne.” Kutlu, diyar kir ku tiştên ku AKP nikare bi rêya siyasetê bi dest bixe, hewl dide bi rêya qeyûman desteser bike û bêhiqûqtiyan didomîne.    Di vê navberê de girseyê jî gelek caran dirûşmên “Em ê bi berxwedanê bi ser kevin” û “Zext nikarin me têk bibin” berz kir.