Rejîmê nehişt cenazeyê Armîtayê li Kirmaşanê bê definkirin 2023-10-29 13:18:55   NAVENDA NÛÇEYAN - Jina ciwan Armîta Ground ku bi hinceta dersok nexistiye serê xwe rastî êrişa hêzên rejîma Îranê hatibû, duh jiyana xwe ji dest da. Rejîmê nehişt cenazeyê Armîta Ground li bajarê wê Kirmaşanê were definkirin.    Jina ciwan a 16 salî ya bi navê Armîta Ground, bi hinceta dersok nexistiye serê xwe rastî êrişa hêzên rejîma Îranê yên Gaşt î Îrşad hat. Di encama êrişê de Armîta Ground rakirin beşa venihêrîna awarte ya nexweşxaneyê. Har ragihandin ku Armîta Ground duh li Nexweşxaneya Fecrê ya Tehranê jiyana xwe ji dest da.    Li gorî nûçeya li ser çapemeniya Îranê; malbata Armîtayê xwest cenazeyê keça xwe bibe Kirmaşanê û li wir defin bike lê belê rejîmê destûr neda.    Di heman demê de hat zanîn ku îstîxbarata Îranê gef li malbatê xwarine ku cenazeyê keça xwe li Goristana Beheştî Zerayê defin bike.