Cenazeyê Okan li Belarûsê hate dîtin 2023-10-29 14:20:03   ŞIRNEX - Ji ciwanê bi navê Mehmet Alî Okan 3 sal bûn tu agahî nedihatin girtin. Cenazeyê Okan li Belarûsê li goristana bêkesan hate dîtin.    Ciwanê bi navê Mehmet Alî Okan ê 24 salî li Hezex a Şirnexê li gel malbata xwe dijiya û di sibata sala 2021’an de ji bo biçe Almanyayê ketibû rê. Lê ji roja çûy niha tu agahî ji Okan nedihatin girtin. Malbata Okan, cenazeyê kurê xwe li welatê Ewropayê Belarûsê li goristana bêkesan dît. Malbatê, ji bo teşhîskirina cenazeyî xwîn da û piştî ku mînakên DNA’yê hev girtin, cenaze anîn Hezexê. Cenazeyê Okan dê li gundê Seregirê bê definkirin.