Ocalan: Kesên bûne sedema mirina bi hezaran mirovan nikarin bibin navbeynkar 2023-10-29 14:40:11 RIHA - Parlamenterê HEDEP’ê Omer Ocalan bal kişand ser daxwaza îktîdara AKP-MHP’ê ya navbeynkariya şerê Îsraîl-Filistînê û wiha got: “Kesên bûne sedema mirina bi hezaran kesan nikarin di şerekî din de bibin navbeynkar.”    Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) bi mijara tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û kongreya partiyê ya li bajar bi gel re civiya. Civîn, li Baroya Rihayê hate lidarxistin û gelek kes tev li bûn.    Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ê Rihayê Garîp Yeşîl di civînê de axivî û bertek nîşanî tecrîdê da. Yeşîl, got ku dê li her qadê têkoşîna xwe bidomînin. Parlamenterê HEDEP’ê yê Rihayê Omer Ocalan jî bal kişand ser sedemîn salvegera damezirandina komarê û ev tişt anî ziman: “Em di nava vê komarê de cih nagirin. Sed sal berê bi kurdan re tifaq çêkirin lê kurd hatin tesfiyekirin. Heke komar demokratîk nebe, mimkin nîne ku gel bikarin bi hev re bijîn. Komareke li ser yekperestiyê hatiye avakirin nabe.”   'JI BILÎ TÊKBIRINA TECRÎDÊ TU RÊYÊN ME NÎNIN’   Ocalan, da zanîn ku îktîdara qala şerê di navbera Îsraîl û Filistînê de dike, êrişên li dijî gelê kurd jinedîtî ve tê û wiha domand: “Filistîna Komara Tirkiyeyê jî heye. Xezeya Tirkiyeyê jî heye. Yên ku dibêjin em ê di navbera Filistîn û Îsraîlê de bibin navbeynkar bila ji ewil şerê li dijî kurdan bi dawî bikin. Ne Tirkiye ne jî Rûsya ku bûne sedema mirina bi hezaran kesan nikarin di şerekê din de bibin navbeynkar.”    Bi domdarî Ocalan anî ziman ku hewldan hene ku kurdan sed salên din jî bêstatû bihêlin. Ocalan, bal kişand ser tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û axaftina xwe wiha qedand: “Paradîgmaya birêz Ocalan ji bo hemû gelan e. Her kes xwe tê de dibîne. Lê belê dewletên hegemon vê naxwazin. Ji ber ku xwe li ser nîjadperestî û neteweperestiyê ava dikin. Dijminatiyê di navbera kurd û tirkan de belav dikin. Lewma birêz Ocalan di tecrîdeke wiha giran de tê ragirtin. Gelê kurd ji birêz Ocalan agahî nagire. Derheqê tenduristiya wî de tu agahiyên me nînin. Ji bo çareserkirina krîzên ku sed sal in didome, birêz Ocalan ji bo me derfeteke mezin e. Ev sed sal in li ser vê xakê xwîn diherike û dişewite. Baweriya me mezin e. Em dikarin bi xwedîderketina hev vê tecrîdê têk bibin. Ji bilî têkbirina tecrîdê tu rêyên min yên din nînin.”