‘Mamosteyê’ Çapemeniya Azad li ser gora xwe hat bibîranîn 2023-10-29 15:44:01 AMED - “Mamosteyê” çapemeniya kurd Kadrî Kaya di 5’êmîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe hate bibîranîn.    “Mamosteyê” çapemeniya kurd Kadrî Kaya di 29’ê cotmeha sala 2018’an de li Nexweşxaneya Zanîngeha Egeyê ya Îzmîrê dema ji ber nexweşiya penceşêrê dihat tedawîkirin jiyana xwe ji dest da. Kaya, di 5’emîn salvegera wefata xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a Rezan a Amedê hate bibîranîn.  Endamên Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) û xizmên Kaya tev li merasîma bîranînê bûn.    Di merasîma bîranînê di şexsê Kaya de ji bo hemû rojnamegerên jiyana dest dane rêz hate girtin. Piştre jî Hevserokê DFG’ê Serdar Altan axivî û got ku dê tu carî keda Kaya ji bîr nekin. Altan, diyar kir ku weke xebatkarên Çapemeniya Azad, her tim nebûna Kaya hîs dikin û ev tişt anî ziman: “Mamoste Kadrî, neferekê Çapemeniya Azad bû. Bi dehan salan pir jidil xebitî. Kedeke pir mezin da. Di mezinbûna çapemeniya kurd de xwedî rolekî mezin e. Em ê Mamoste Kadrî tu caran ji bîr nekin. Xebata wî dê ji bo me bibe mînak. Çapemeniya Azad, xebata Mamoste Kadrî û rêhevalên wî didomîne. Em ê bibin şopdarên rêya wan.”   Midûrê Ji Karên Nivîsan Berpirsyar ê Rojnameya Xwêbûnê Mehmet Alî Ertaş jî destnîşan kir ku Kaya ji bo wan pêşengek bû.    Piştî axaftinan, beşdaran qurnefîl danîn ser gora Kaya û merasîm bi dawî bû.