Tehliyeya Sutpak ê 30 sal in girtî ye bi hinceta ‘nebû îtîrafkar’ hate taloqkirin 2023-10-29 16:25:37   RIHA - Tehliyeya Sînan Sutpak ku 30 sal û 6 meh in di girtîgehê de ye cara sêyemîn bi hinceta “nebû îtîrafkar” hate astengkirin.    Sînan Sutpak di 3’yê gulana sala 1993’yan de li Curnê Reş ê Rihayê hate girtin û cezayê muebbetê lê hate birîn. Li gel ku cezayê Sutpak xelas bûye jî nayê berdan. Di pêvajoya girtinê de Sutpak li girtîgehên Riha, Semsûr, Bursa, Mereş û herî dawî jî li Girtîgeha Yozgatê hate sewqkirin. Sutpak, di 3’yê gulanê de înfaza xwe temam kiribû û diviya bihata berdan. Lê belê Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê bi hinceta “halnebaşiyê” cezayê wî 3 mehan taloq kir. Lijneyê îcar jî di meha tebaxê de bi heman hincetê cezayê Sutpak ji bo 3 mehan taloq kir. Li bendê bû ku Sutpak îro bihata tehliyekirin. Lê belê hat zanîn ku bi heman îdiayê careke din tehliyeya Sutpak hatiya astengkirin.    SEDEM: NEBÛ ÎTÎRAFKAR   Ji bo taloqkirina tehliyeyê ev hincet hatiye nîşandan: “Heke ji girtîgehê derkeve enerjiya wî ya jiyanê kêm e, piştî ketî girtîgehê têkiliya xwe ya bi rêxistinê re qut nekiriye, nebû îtîrafkar, dev ji fikrên xwe yên radîkal bernedaye, bi awayekî vekirî ji rêxistinê re nabêje ‘rêxistina terorê’, tu îfadeyên wî yên poşmantiyê nînin, meyla wî li ser kirina sûc heye...”