Bulga û Kaya yên HEDEP’î hatin girtin 2023-10-29 17:18:06   MÊRSÎN - Endamê Meclisa HEDEP’ê Naîf Bûlga û endamê Meclisa Ciwanan ê HEDEP’ê Mazlûm Kaya yên duh li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, hatin girtin.    Endamê Meclisa Partiyê (PM) yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) Naîf Bûlga û endamê Meclisa Ciwanan ê HEDEP’ê Mazlûm Kaya yên duh li Mêrsînê hatibûn binçavkirin, piştî kirariyên li miduriyeta polîsan îro sewqî edliyeyê hatin kirin. Bûlga yê ji aliyê dozgeriyê ve îfadeya wî hate wergirtin bi hinceta parvekirinên xwe yên li ser hesabên xwe yên medyaya dîjîtal bi îdiaya “propagandaya rêxistinê kiriye”, Kaya jî bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeha Ceza ya Sulhê hatin kirin.    Dadgehê bi heman hincetan Bûlga û Kaya girt.