Şîna Toprak bi girseyî hat ziyaretkirin 2023-10-29 18:55:30   AMED - Şîna endamê YPG’ê Hamdûllah Toprak li navçeya Xana Axpar a Amedê bi girseyî hat ziyaretkirin.   Bi pêşengtiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER), şîna Hamdûllah Toprak (Dilbirîn Amed) ê endamê YPG’ê ku di 25’ê cotmehê de li herêma Şedadê ya girêdayî Kantona Hesekê ya Başûr û Rojhilatê Sûriyeyê di encama qezayekê de jiyana xwe ji dest da, bi girseyî hat ziyaretkirin. Şîna Toprak li gundê Seydekê yê girêdayî navçeya Xana Axpar (Çinar) ya Amedê hat danîn. MEBYA-DER, rêxistinên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Însiyatîfa Dayikên Aştiyê û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtiyan re (TUHAY-DER) tev li ziyaretê bûn.    Di ziyaretê de hevserokê MEBYA-DER’ê Mehmet Emîn Kiliç axivî û sersaxî ji malbatê û gelê kurd re xwest. Piştre dûa hatin kirin û girse belav bû.