Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê temam bû 2023-10-29 19:37:44   STENBOL - Îfade wergirtina rêveberên HDP’ê ya li miduriyeta polîsan temam bû. Hate zanîn ku fealiyetên HDP’iyan ên di çarçoveya xebatên partiyê de hatine pirsîn.    Rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Zemîne Gokçe, Emrûllah Şenyuz û Nûrten Demîr di 27’ê cotmehê de di saetên serê sibê de di serdegirtinên malan de li navçeya Beylikduzu ya Stenbolê hatibûn binçavkirin. Îfadeyên Gokçe, Şenyuz û Demîr ên li Miduriyeta Polîsan a Stenbolê hatin wergirtin. Hate zanîn ku endamên HDP’ê yên di çarçoveya guhdarkirina axaftinên wan ên bi telefonê hatine binçavkirin fealiyetên wan ên di çarçoveya xebatên partiyê de û serdanên malbatan hatine pirsîn.    Hate diyarkirin ku Gokçe, Şenyuz û Demîr dê sibê sewqî Edliyeya Stenbolê bên kirin.