ROJEVA 30'YÊ COTMEHA 2023'YAN 2023-10-30 09:00:03   * Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane muxatab Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ji bo ku birêz Ocalan rol û misyona xwe bilîze divê azad bibe.”   * Yek ji îmzekarên deklerasyona “Banga Aştiyê” Erol Katircioglû diyar kir ku divê hemû beşên ku ji kurdan re dibêjin “xwişk û birayên min” li ser pirsgirêka kurd bisekinin û destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê wergirtin.    * Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Haşîm Togurlu yê diyar kir ku dewlet li herêmê hêza xwe weke amûra zextê bi kar tîne, anî ziman ku bi polîtîkayên ewlekariyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û got: “Em niha bi dewleteke ku em jê re dibêjin dewleta AKP'ê re rû bi rû ne. Ev jî nîşan dide ku dewletê fonksiyona xwe ya dewleteke demokratîk winda kiriye.”   * Parêzer Yusuf Ozperçîn ê ku ji ber xemsariya dewletê ya di erdhejê de di 17’ê nîsanê de ji bo ku karesat bibe dozeke komkujiya komî serî li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê da, diyar kir ku tevî 6 meh derbasbûnê jî hê îdianame nehatiye amadekirin û li dijî vê yekê dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin.   * Jinên diyar kirin ku di serî de tecrîd çareseriya hemû krîzan xeta Rêya 3’yemîn e, anî ziman ku dê pêşêngtiyê ji avakirian Rêya 3’yemîn re bikin.    * Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, bal kişand ku şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e û wiha got: “Di cîhanê de pergaleke nû tê avakirin. Ji bo aştiyeke mayîn de divê li cîhanê bayekî xurt pêk were.”   * Yek ji hunermendê NÇM’ê Talat Yeşîl ê qala zextên îro li ser xebatên çand û hunerê yên kurdan tên kirin kir, wiha got: “Civakek bi rêya hunerê heye, bi rê ve diçe û pêş dikeve. Ji ber vê yekê qasî ku zext hebin dê berxwedan jî    * 8 girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî girtî ne, diyar kirin ku di tecrîda giran de tên ragirtin û wiha gotin: "Berdana me asteng dikin. Me dernaxin hewşê. Em nikarin hewa paqij bistînin û em wecê rojê nabînin."    * Danişîna rojnamegerên girtî Firat Can Arslan û Mehmet Şah Orûç dê sibê bê lidarxistin. Parêzer Resûl Temûr xwest hemû kes li dijî darizandina pîşeyê rojnamegeriyê û darizandina rojnamegeran dengê xwe bilind bikin.  hebe.”   * Dadgeha herêmî li polîsê tîmê taybet Bahadir Tûran ku îşkence li zarokê 14 salî Seyfullah Turan kiribû, cezayekî hindik birûbû û polîs serbest berdabû. Parêzeran jî ev cezayê hindik û berdana polîs li dadgeha bilind îtîraz kiribûn. Lê Dadgeha bilind îtîraza parêzeran red kir.    * Danişîna Doza Kobanê ku li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê tê lidarxistin dê bidome. (10.00)   * Tevî ku dema girtina siyasetmedara girtî Gultan Kişanak tejî bûye jî nayê berdan. Têkildarî vê rewşê dê li Navenda Xebatên Hunera li Dijî ku li Beyoglûyê ye civîneke çapemeniyê bê lidarxistin. (11.00)   * Helbestvanê kurd Arjen Arî dê di salvegera 10’emîn a mirina xwe de li ser gora xwe ya li Goristana Yenîkoy a navçeya Rêzan a Amedê bê bibîranîn. (12.30)   * Bi pêşengiya Organîzasyona Sanatçayê de Koma Ma dê li eywaneke dawetê ya li Colemêrgê konserekê li dar bixe. (19.30)