Hevserokê KCD’ê Ozturk: Divê Abdullah Ocalan azad bibe 2023-10-30 09:01:58 AMED - Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, destnîşan kir ku di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane muxatab Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ji bo ku birêz Ocalan rol û mîsyona xwe bilîze divê azad bibe.”   Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ê li Girtîgeha Tîpa F a Ewlehiya Bilind a Îmraliyê tê ragirtin û 32 meh in agahî jê nayên girtin û çareseriya demokratîk a pirsgirêka kurd dawiya hefteyê li Stenbol û Amedê du deklarasyonên cuda hatin aşkerekirin. Di daxuyaniya li Amedê de nêzî 200 partiyên siyasî û rêxistinên sivîl ên civakî îmzeya xwe avêtin binê deklerasyona li Amedê. Rewşenbîr, nivîskar, siyasetmedar û rojnamevan jî di nav de 78 kesan jî îmzeya xwe avêtin binê deklarasyona li Stenbolê hate aşkerekirin. Di her du deklarasyonan de çareseriya pirsgirêka kurd a di bingeheke demokratîk û aştiyane de û rola Rêberê PKK’ê ya di vî warî de bilîze hate destnîşankirin. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk, destnîşan kir ku divê ji bo çareseriyê Abdullah Ocalan bi awayekî fîzîkî azad bibe.    ‘ÇARESERÎ FELSEFEYA BIRÊZ OCALAN E’    Hevserokê KCD’ê Ozturk, bal kişand ku li cîhanê û Rojhilata Navîn şer berdewam dikin û bal kişand ser rol û mîsyona Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a têkildarî şerên diqewimin. Ozturk, axaftina xwe wiha domand: “Abdullah Ocalan ji aliyê Tirkiyeyê ve di çareseriya pirsgirêka kurd de yekane aktor e. Em qala Serokekî ku îro ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo erdnîgariya Rojhilata Navîn û hemû gelên di cîhanê de bindest in bûye hevî dikin.”   Ozturk, anî ziman ku bi dubarekirina paşerojê tu tişt nayê bidestxistin û da zanîn ku desthilata di şerê Îsraîl û Filistînê de qala mirinan dike Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran dike. Ozturk wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev ne çareserî ye. Çareserî fikir, raman, bîrdozî û felsefeya birêz Abdullah Ocalan e. Pratîka vê felsefeyê îro li Bakur û Rojhilata Navîn ketiye meriyetê.”   ‘DIVÊ BI AWAYEKÎ FÎZÎKÎ AZAD BIBE’    Ozturk, diyar kir ku zêdetirî 31 mehan e ji Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan tu agahî nayên girtin û wiha lê zêde kir: “Heke em li Rojhilata Navîn qala aştî û azadiyê bikin, ji bo birêz Abdullah Ocalan di vî warî de rol û mîsyona xwe bikare bilîze divê bi awayekî fizîkî azad bibe. Têkildarî vê yekê divê beşên cuda jî bêdeng nebin û vê yekê bînin ziman. Em dizanin ku dema bi hev re ketin nava liv û tevgerê encam tê girtin.” Ozturk, destnîşan kir ku israra di polîtîkayên tecrîdê de ne çareserî ye û şer kûrtir dike û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Rêya avakirina jiyana nû di azadiya birêz Abdullah Ocalan de derbas dibe.”   MA / Mujdat Can