Katircioglû: Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bên guhdarîkirin 2023-10-30 09:03:57 STENBOL - Yek ji îmzekarên deklarasyona “Banga Aştiyê” Erol Katircioglû diyar kir ku divê hemû beşên ku ji kurdan re dibêjin “xwişk û birayên min” li ser pirsgirêka kurd bisekinin û destnîşan kir ku divê ji bo çareseriya pirsgirêkan fikra Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin.    Li Stenbolê pêr rojnamevan, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskar di nav de 78 kesan deklarasyona bi navê “Banga Aştiyê” aşkere kir. Di deklarasyonê de hate destnîşan kirin ku avakirina aştiyê “peywira herî lezgîn a mirovahiyê ye” û bal hate kişandin ku di vê avakirinê de rola Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan girîng e. Her wiha di deklarasyonê de hate destnîşankirin ku muxatabê sereke yê çareseriya pirsgirêka kurd Abdullah Ocalan e û ji bo pirsgirêk bi rêbazên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin bang hate kirin. Yek ji îmzekaran siyasetmedar Erol Katircioglû deklarasyon ji Ajansa Mezopotamyayê re nirxand.    ‘MUXATABÊN ESAS TIRK IN’    Katircioglû da zanîn ku divê ji bo çareseriya pirsgirêka kurd gavên pêwîst bên avêtin û wiha got: “ “Têkiliya Tirkiyeyê ya bi demokrasiyê re yekser bi rewşa kurdan re eleqedar e.” Katircioglû bal kişand ku li Tirkiyeyê demokrasî tune ye û anî ziman ku azadiya civakî jî di bin kontrola desthilatê de ye û bi qasî di bin kontrola desthilatê de be veguheriye mafekî tê bikaranîn. Katirciogû wiha dirêjî da axaftina xwe: “Her kes, bi taybetî jî tirkên ku bi rastî jî dixwazin li vî welatî azad bijîn, divê pirsgirêka kurdan ku dibêjin xwişk û birayên wan in, çareser bikin. Heke em pirsgirêka kurd çareser bikin wê Tirkiye demokratîk bibe, heke nebe wê di rêyeke hîn faşîzan de bi pêş bikeve. Bi ya min muxatabê me yê esas ê vir tirk in. Heke îro hûn dikarin bi filistîniyan re empatiyê bikin, hûn çima nikarin bi kurdan re empatiyê bikin? Ev gel, gelekî ku xwedî daxwaz e. Ji ber vê yekê heke li welat demokrasî tê xwestin, tiştek e ku Tirkiye neçar e daxwazên van mirovan bi cih bîne.”   ‘DIVÊ FIKRA OCALAN BÊ WERGIRTIN’    Katircioglû, destnîşan kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Tirkiyeyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan aktorekî girîng e û destnîşan kir ku divê ji bo çareserkirina pirsgirêkan fikra Abdullah Ocalan bê guhdarîkirin. Katircioglû di berdewama axaftina xwe wiha got: “Divê ji bo çareseriya pirsgirêkan Ocalan bê guhdarkirin. Ez weke yek ji gelên Tirkiyeyê dibêjim. Ji ber ku bi rastî jî Ocalan kesekî ku vê yekê heq dike ye. Di sedsala em dijîn de mirovekî din ku qasî wî li ser van meseleyan serê xwe diêşîne nîne. Ji ber vê yekê divê ew bê guhdarkirin û fikrên wî bên wergirtin.”   Katircioglû, diyar kir ku ji ber vê yekê divê desthilat mijara “pêvajoyeke çareseriyê” jinûve bîne rojeva xwe û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Divê hevdîtinên ku berjewendiyên gelê kurd li ber çavan digirin û azadiya gelê kurd pêk bînin, di zûtirîn demê de dest pê bikin.”    MA / Rûkiye Adiguzel