Hevserokê ÎHD’a Şirnexê: Em niha bi dewleta AKP'ê re rû bi rû ne 2023-10-30 09:05:29 ŞIRNEX - Hevserokê Şaxa ÎHD'ê ya Şirnexê Haşîm Togurlu yê diyar kir ku dewlet li herêmê hêza xwe weke amûra zextê bi kar tîne, anî ziman ku bi polîtîkayên ewlekariyê binpêkirina mafan derketiye asta herî jor û got: “Em niha bi dewleteke ku em jê re dibêjin dewleta AKP'ê re rû bi rû ne. Ev jî nîşan dide ku dewletê fonksiyona xwe ya dewleteke demokratîk winda kiriye.   Di 20’ê tîrmeha 2016’an de bi hinceta hewldana derbeya 15’ê tîrmeha 2016’an Rewşa Awarte (OHAL) hatibû ragihandin. Rewşa Awarte ku 7 caran hat dirêjkirin, li gelek qadan bû sedema binpêkirinên giran ên mafên mirovan. Pêkanînên ku ji OHAL'ê mayîne hîn jî xwe bi awayekî tund dide hîskirin. Herêma Botanê jî yek ji wan herêmên ku bi salane bi rêbaz û pêkanînên OHAL'ê ve tê birêvebirin. Piştî qedexeyên derketina derve ya li Şirnex û navçeyên wê hatine ragihandin, bajêr bi navçeyên xwe ve hate hilweşandin, gelek welatî hatin qetilkirin û gelek ji wan jî hatin girtin. Piştî qedexeya derketina derve tedbîrên tund hatin zêdekirin. Li Şirnexê di encama polîtîkayên dewletê yên ewlehiyê de roj nîne ku welatiyek rastî binpêkirineke maf neyê. Şêniyên herêmê her roj rastî binpêkirinên weke binçavkirin, girtin, qedexe û astengiyan tên û pêkanînên nû li van pêkanînan tên zêde kirin.    Hevserokê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Şirnexê Haşîm Togûrlû, têkildarî binpêkirinên mafan ên  li Şirnexê û di binpêkirinên mafên mirovan û jiyanî de rola çareserkirina pirsgirêka kurd nirxand.   'BINPÊKIRINA MAFAN ERKA QANÛNAN JI HOLÊ RADIKE'    Togûrlû, diyar kir ku desthilata heyî desthilata xwe li Şirnexê weke amûreke zextê li ser civakê bi kar tîne û wiha got: “Li Şirnexê binpêkirinên mafan bi aşkere tên dîtin. Sedemê vê jî nebûna hesab pirsînê û polîtîkaya bêcezakirinê ye. Li welatên demokratîk divê karmend ji ber her binpêkirina ku dikin, berpirsyar bên ditin. Lê dema ku binpêkirina mafên mirovan dikin, ne hesab didin, ne tên cezakirin û ne jî der heqê wan kesan de lêpirsînek tê destpêkirin. Desthilat herkesî ku li dijî xwe dibîne ceza dike. Di encama van polîtîkayan de li Şirnex û navçeyên wê, hejmara wesayitên zirxî ji hejmara mirovan zêdetire û ev wesayît di kolanan de dibin sedemê mirina zarokan. Di van 15 salên dawî de bertekên wan ên li dijî binpêkirinên mafan jî zêde dibin, heke hûn nêzî AKP'ê bin hûn ji her tiştekî sûd digirin, lê heke ku hûn dijitiya wê bikin hûn ji her heq û hiqûqê bêpar in û bi cezakirinê re rû bi rû dimînin. Ev yek binpêkirina mafên mirovan rewa dike û erka pêkanîna qanûnê ji holê radike. Heke polîtîkayeke birêkûpêk bihata meşandin, her binpêkirinên îro li vir diqewimin dê bihata astengkirin. Rapora mirinên ku bi  wesayîtên zirxî yên di 15 salên dawî de çêbûn hate eşkere kirin. 21 jê zarok 44 kesan jiyana xwe ji dest daye. Ev hejmarek pir cidî ye. Ev tenê nîşana wê yekê ye ku binpêkirinên mafên mirovan li Kurdistanê ji sedî 90 zêde bûye. Sedema vê yekê di encama polîtîkayên hikûmetê yên li dijî herêmê de derdikeve holê. Ev ji polîtîkayên ewlekariyê yên hikûmetê serbixwe pêş nakevin.”   ‘PIRSGIRÊKA KURD QURBANA POLÎTÎKAYÊN EWLEHIYÊ HATE KIRIN’   Haşim Togûrlû, bi lêv kir ku li Kurdistanê standarta jiyana gel di plana duyemîn de ye û wiha berdewam kir: “Pîvana jiyana welatiyên li Stenbol û Enqereyê ne weke hev e. Li vir pîvanên standardê yên jiyanê hene. Li qadên jiyanê yên gel destwerdanek piralî tê kirin. Êrişeke bi zanebûn a li dijî gel e. Polîtîkayên cudakariyê tên meşandin. Li gorî lêkolînên zanistî di qadên civakî de bikaranîna wesayîtên zirxî ne guncaw e. Li vir her kolan û taxa ku hûn têkevinê hûn rastî wesayitên zirxî tên. Ev bi nêzîkatiya li dijî pirsgirêka kurd ve girêdayî ye.    DIVÊ PIRSGIRÊKA KURD BI RÊYÊN AŞTIYANE WERE ÇARESERKIRIN’    Pêvajoya pêvçûnê ya 40 salan didome. Divê pirsgirêka kurd bi rêyên aştiyane were çareserkirin. Bi rastî jî di pêvajoya çareseriyê ya sala 2013’an de gel dît ku dê pirsgirêk li ser bingehên demokratîk û bêçekbûnê bên çareserkirin, di vê serdemê de di beşên cuda yên civakê de hêviyek çêbû. Siyaseta ku îro tê meşandin tercîha dewletê ye. Ger îro ji bo pirsgirêkeke herî biçûk an jî protestoyekê çekan bi kar bîne, helbet wê li welat binpêkirinên mafan çêbibe. Di rastiyê de nêzîkatiya li Kurdistanê ev e. Ji ber ku hêviyên mirovan pêk nayên, ev yek di nava gel û civakê de dibe sedema bêaramiyê. Lê belê me di pêvajoya çareseriyê de dît ku binpêkirinên mafên mirovan pir kêm bûn û ji aliyê derûniyê ve jî mirov baş bûn. Niha Kurdistan û Tirkiye rojên xwe yên herî dijwar derbas dikin. Em rastî binpêkirinên mafan ên pir giran tên.”   ‘DEWLETÊ FONKSÎYONA XWE YA DEWLETEKE DEMOKRATÎK WINDA KIR’   Togûrlû, bal kişand ser polîtîkayên ku Waliyên li Kurdistanê hatine bicihkirin didin meşandin û wiha domand: “Bi rastî hûn di welatên demokratîk de astengkirina xwepêşandanan nabînin. Lê mixabin li welatê me ev yek bi awayekî rûtîn tê kirin. Piştî pergala Serokatiyê ya 2018'an vê pergalê bandor li her aliyê jiyana me kir. Ev polîtîkaya cihêkariyê her ku çû kûrtir bû û bi xwe re valahiyeke mezin anî. AKP îdeolojiya xwe li ser her qadê ferz dike. Ji xeynî wan qada jiyanê ji kesî re nayê vekirin. Di van mehên dawî de Walîtiya Şirnexê her dem civîn û xwepêşandanên civakî qedexe dike. Em dibêjin ku tu bingeheke vê ya qanûnî nîne. Dadgeha Destûra Bingehîn her car diyar dike ku ev qedexe li dijî qanûnê ne. Tevî ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn nîşanî hêzên hiqûqî didin jî, destûr nayê dayîn ku wan rave bikin û êrîş tên kirin û li dijî çalakvanan doz tên vekirin.Heke hûn AKP'yî bin, tu pirsgirêk nîne. Daxuyaniya çapemeniyê yan jî meşekê dikarin bi rehetî bikin lê dema ku partiyek din yan jî rêxistineke din vê yekê dike, tên astengkirin. Ev jî nîşan dide ku dewletê fonksiyona xwe ya dewleteke demokratîk winda kiriye. Her çend em dibêjin li vî welatî meqanûnek heye, lê dema ku mijar tê pêkanînê bi rastî  nayê bicihanîn.”   ‘DIVÊ KU RÊYA DEMOKRASÎ Û DIYALOGÊ BÊ VEKIRIN’   Togûrlû yê îşaret bi pirgirêka kurd kir, anî ziman ku neçareserkirina pirsgirêka kurd dibe sedemê kurtirbûna binpêkirinên mafan û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em niha bi dewleteke ku em jê re dibêjin dewleta AKP'ê re rû bi rû ne. Walî Cûdî li gel qedexe dike, lê ji madenan û birîna daran jî destûr tê dayîn. Ev jî di bin kontrola dewletê de tê kirin. Ev qedexeye jî binpêkirina mafan e. Em dibînin ku AKP ji bo kesên nêzî xwe polîtîkaya ewlehiyê pêk naîne. Di destê me de çûvê bisêhr nîne ku em demildest vê pirsgirêkê çareser bikin, me diyar kir ku ev yek nîşaneya neçareserkirina pirsgirêka kurd a li Kurdistanê ye. Dewlet vê pirsgirêkê jî weke polîtîkaya ewlehiyê nîşan dide. Niha divê em ji mafê aştiyê yê gelan re û ji hêviya aştiyê ya vî gelî re bibin bersiv. Bi taybetî jî li dijî şerê li Rojhilata Navîn zêde dibe, pêwîstiya herî lezgîn a ji bo Tirkiyeyê aştî ye. Divê em aştiyê bi dengekî bilindtir bînin ziman.  Mîna pêvajoya çareseriyê ya sala 2013'an, divê rêya demokrasî û diyalogê ji nû ve bê vekirin.”    MA / Zeynep Dûrgût