Doza ku li dijî xemsariya dewletê hatiye vekirin tê dirêjkirin 2023-10-30 09:08:27 SEMSÛR - Parêzer Yusuf Ozperçîn ê ku ji ber xemsariya dewletê ya di erdhejê de di 17’ê nîsanê de ji bo ku karesat bibe dozeke komkujiya komî serî li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê da, diyar kir ku tevî 6 meh derbasbûnê jî hê îdianame nehatiye amadekirin û li dijî vê yekê dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin. Di erdhejên 6'ê Sibatê ku navenda wan Mereşê çêbûn de, bandor li 11 bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê kirin. Ji ber xebatên lêgerîn û rizgarkirinê dereng destpêkirin gelek kesan di bin xirbeyan de jiyana xwe ji dest dan. Mexdûrên erdhejê yên ku bi rojan pirsgirêkên wan ên stargehê hebûn, ji ber nebûna pêdiviyên kon ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Di encama xemsariya saziyên pêwendîdar ên dewletê de, rewşa 11 bajaran gihişt asta karesatê. Li Semsûra ku ji ber erdhejê wêran bû, li gorî daneyên fermî 11 hezar kesan jiyana xwe ji dest dan û bi deh hezaran kes jî birîndar bûn. Seroka Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal a Semsûrê Zulfîkar Yilmaz û 6 endamên malbata wî yên di erdhejê de di bin xirbeyan de mabûn jiyana xwe ji dest dan. Malbata Yilmaz 4 rojan di bin xirbeyan de li benda alîkariyê man û ji ber xebatên lêgerîn û rizgarkirinê nehatin kirin 7 kesan jiyana xwe ji dest dan.   Parêzerê malbata Yilmaz, Yusuf Ozperçîn di 17'ê nîsanê de ji ber dereng mudaxilekirina erdhejê ya dewletê serî li Serdozgeriya Komarê ya Semsûrê da ku keresata erdhejê vêguherî doza komkujiyên komî. Ozperçîn diyar kir ku tevî 6 meh bi ser serlêdanê re derbas bûne jî îdianame nehatiye amadekirin û got ku ji bo saziyên dewletê yên berpirsyar neyên darizandin dosya tê dirêjkirin.   ‘ÎDIANAME NEHATIYÊ AMADEKIRIN’   Ozperçîn, bi lêv kir ku ji bo malbata Zulfîkar Yilmaz ji mexdûrên erdhejê yên Semsûrê re bibe mînaka komkujiyê serî li dozgeriyê da û da zanîn ku ji aliyê gelek malbatên xizm û nasên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest danê ve jî serlêdan hatinê kirin. Ozperçîn, anî ziman ku tevî ku 6 meh di ser serlêdanê re derbas bûne jî îdianame nehatiye amadekirin û wiha got: “Berpirsyariya AFAD'ê û pratîka dewletê ya di erdhejê de nîşan da ku sedema ew qas mirinan xemsariya dewletê ye. Li dijî xemsariya dewletê me jî serîlêdan kiribû. Lê belê di hemû daxwazên me yên piştî serlêdanê de dozgeriyê jî guh nedaye gumanbaran û îdianame nehatiyê amade kirin. Divê heta niha îdianame bihata amadekirin û gumanbar bihatina guhdar kirin lê gavek jî nehatiyê avêtin.”   SAZIYÊN DEWLETÊ TÊN PARASTIN   Bi domdarî Ozperçîn destnîşan kir ku bi dirêjkirina dosyayê re tê xwestin ku xemsariya dewletê ya piştî erdhejê bê veşartin û wiha pê dê çû: “Diviyabû di nava çend mehan de îdianame bihata amadekirin û pêşkêşî dadgehê hatibûya kirin. Lê belê ji ber berpirsyarên AFAD'ê û saziyên eleqedar ên dewletê neyên darizandin dosya tê dirêjkirin. Nerizgarkirina kesên di bin xirbeyan de mabûn a di rojên 7 û 8'an de, berpirsyariya AFAD'ê eşkere radixe ber çavan. Ji ber ku piştî erdhejê bi rojan pêwîstiyên gel ên stargeh û xwarinê nehatin bicihanîn. Ev yek dîsa berpirsyariya saziyên pêwendîdar ên dewletê radixe ber çavan. Lê belê tevî vê yekê jî bi dirêjkirina dosyayê hewl tê dayin ku ev sazî weke gumanbar neyên darizandin. Li vir dewlet dizane ku wê ew bi xwe were darizandin û bi dirêjkirina dosyayê dixwazê pêşî li vê yekê bigire.”   LI SEMSÛRÊ HETA NIHA TU ÎDIANAME NEHATINE AMADEKIRIN   Ozperçîn, ragihand ku li Semsûrê gelek malbatên ku xizm û nasên wan ji ber xemsariya dewletê jiyana xwe ji dest danê serlêdan kirinê ku ev karesat vêguhere komkujiya komî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Lê li Semsûrê heta niha tu îdianameyek nehatiye amadekirin. Tu delîlên sûc pêşkêşî edliyeyê nayên kirin. Em dikarin bibêjin ku ev polîtika ji bo hemû dosyayan heye. Dema ku me cara ewil bi dozgeriyê re hevdîtin kir, ji me re gotin ku li ser dosyayên erdhejê xebatên taybet dimeşînin û dê bi wijdanî van dosyayan bi dawî bikin, lê em dibînin heta niha berdê bi dawî kirina, dosyayan dozgerek nîne ku îddîanameyan amade bike.”   SERLÊDAN DÊ BIDOMIN   Ozperçîn, diyar kir ku li dijî dirêjkirina îddîanameya dosyayê ew dê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn bidin û ev tişt gotin: “Ji bo berhevkirina delîlên di dosyayê de her tim daxwazên me hebûn. Lê belê daxwazên me bê bersiv man. Ev tê wateya binpêkirina mafê darizandina adil. Li hemberî vê jî em ê serlêdanên binpêkirina mafan bikin. Bi hinceta ku mafê darizandina adil hatiye binpêkirin em ê serlêdana Destûra Bingehîn bikin. Lê belê beriya her tiştî divê derbarê hemû dosyayan de raya giştî bê avakirin û saziyên pêwendîdar tev li van dozan bibin û zextên hiqûqî li ser darazê çêbikin.”   BANGAWAZÎ   Ozperçîn, ji bo dosya encam bigre bang li saziyên sivîl û malbatên ku xizmên wan di erdhejê de jiyana xwe ji dest danê kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Pêwîste malbatên kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dane, serî li saziyên sivîl bi taybetî jî Baroyê bidin, ji bo ku bibin xwedî zanîn û jêhatîbûna serlêdanê. Pratîka dewletê diyar dike ku tu carî di bûyerên bi vî rengî yên xwezayî de di nava pergala darazê de mafên takekesî ava nekiriye. Ji ber vê sedemê divê malbat bi hev re tevbigerin û serlêdanên xwe bikin, dibe ku pêvajoyek wisa derkeve holê ku dewlet di çarçoveya daraz û hiqûqê de tevbigere. Di heman deme de rêxistinên sivîl bi şopandina pêvajoyên hiqûqî û beşdarbûna dozan ve dikarin piştgirî bikin, ev yek jî ji bo encam girtina dosyayê girîngê.”   MA / Mahmût Altintaş