Tahmaz: Divê li cîhanê bayekî aştiyê yê xurt pêk were 2023-10-30 09:12:51 ÎZMÎR - Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz, bal kişand ku şerê di navbera Filistîn û Îsraîlê de Şerê Cîhanê yê 3’yemîn e û wiha got: “Di cîhanê de pergaleke nû tê avakirin. Ji bo aştiyeke mayîn de divê li cîhanê bayekî xurt pêk were.”   Êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezayê di roja 24’emîn de berdewam dikin. Li gorî daxuyaniyên herî dawî hatin kirin 7 hezar û 326 kesan jiyana xwe ji dest dane. Bi kesên di êrişên li dijî Îsraîlê de jî jiyana xwe ji dest dan ev reqam nêzî 10 hezarî dibe. Her ku diçe şer û alozî berfireh dibe. Serokê Weqfa Aştiyê Hakan Tahmaz êriş nirxandin, bal kişand ku hêzên navnetewî 56 sal in pirsgirêka heyî çareser nekirine.    ‘CÎHAN JINÛVE TÊ DIZAYNKIRIN’    Tahmaz, destnîşan kir ku mafê gelê Filistînê yê qedera xwe bi xwe tayîn bike heye û anî ziman ku gelê Filistînê li dijî dagirkirina Îsraîlê derdikeve. Tahmaz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Îsraîl li bendê ye ku statukoya diyar kiriye bê qebûlkirin. Beşên li Ûkraynayê hewariyên demokrasiyê ne, li Filistînê berovajiyê vê yekê dikin. Weke hincet jî Hamas tê nîşandan. Kesên Hamasê weke hincet nîşan didin, ji tiştên Îsraîlê heta vêgavê kirine re çi dibêjin? Cara ewil serokên hemû dewletên rojavayê cîhanê piştgiriya xwe ya ji bo serokê Îsraîlê aşkere kirin.”   Tahmaz, anî ziman ku dema şerê Îsraîl û Filistînê, êrişên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û şerê li Ûkraynayê bi hev re hate nirxandin “Şerê Cîhanê yê 3’yemîn" tê birêvebirin û cîhan jinûve tê dîzaynkirin. Tahmaz, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Hêzên emperyalîst piştî şerên Cîhanê yên 1’emîn û 2’yemîn ku cîhanê du texrîbatên mezin jiyan di peyman û danezanên mafên mirovan de ketin rêyeke bi paş ve diçe. Heke lihevketina weke tirk, kurd, sunî, şîî, elewî kûr bibin dê rizîbûna civakî û pevçûn berfireh bibin. Hem li Tirkiyeyê hem jî li herêmê wê belav bibe. Îro li taxê pirsgirêkên ku mirov bi cîranên xwe re dijîn hene. Ji ber ku di nirxê ji bo mirov in didin mirovan de paşketin çêbûye. Tundiyeke vekirî nîne lê pevçûneke çandinî heye. Nêzîkatiya di pirsgirêka Filistînê de mezinahiya xetereya qewimî nîşan da.”   ŞERÊ CÎHANÊ YÊ 3’YEMÎN    Tahmaz, anî ziman ku her hêzên li cîhanê li gorî xwe pozîsyonê digire û da zanîn ku di pirsgirêka Filistînê de hêj Îran neketiye qadê û Rûsya li benda vê yekê ye. Tahmaz, di berdewama axaftina xwe de wiha got: “Li herêmê yek ji hêzên diyarker Hamas e ya din jî Hîzbûllah e. Her kes pêşengtiyê dide pozîsyona xwe. Di pirsgirêka Filistînê de Tirkiye li dijî Îsraîl û Amerîkayê derdikeve. Li aliyê din jî bi tifaqên rojavayê cîhanê re gavên ku pozîsyona xwe xurt bike diavêje.”   AŞTÎ ENCAX BI RÊGEZÊN HIQÛQÊ YÊN GERDÛNÎ DIKARE PÊK WERE   Tahmaz, destnîşan kir ku ji bo şer û pevçûn bidawî bibin û aştî pêk were divê bidawîbûna tundiyê bêşert û merc bixwazin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Em bi xetereya ku pêşeroja me bê îpotek kirin re rûbirû ne. Aştî encax bi rêgezên hiqûqê yên gerdûnî dikare pêk were. Ev maf hêzên emperyalîst nedan, ev maf di encama têkoşîna mirovan derketin holê. Divê em vê rewşa heyî teşhîr bikin. Ji bo aştiyeke mayînde divê em li hemû cîhanê bayekî xurt pêk bînin.”   MA / Delal Akyuz