8 girtiyan name şandin: Em di tercîdê de ne 2023-10-30 09:15:13 MÊRSÎN - 8 girtiyên ku li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Eregliyê diyar kirin ku di tecrîdeke girankirî de tên ragirtin û wiha gotin: "Berdana me asteng dikin. Me dernaxin hewşê. Em nikarin hewayê paqij bistînin û em wecê ji rojê nabînin."        Girtî Enver Ahmet, Teymur Enes, Muhammed Bru, Murat Avci, Îlyas Acar, Mehmet Can, Ferhat Kaya û Faruk Can ku li girtîgeha Ewlehiya Bilind a Ereglî ya Konyayê dimînin, ji ber zext û tundiya li ser wan zêde bûne name ji Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Mêrsînê re şandin. 8 girtiyan bi rêya nameyan bal kişandin ser binpêkirina mafan û xal bi xal tundiya li dijî xwe rêz kirin. Girtiyan li ser navê Ahmet Enver name ji ÎHD'ê re şandin û destnîşan kirin ku di bin tecrîdek giran de tên ragirtin.    BERDANA GIRTIYAN ASTENG DIKIN   Enver, di nameyê de anî ziman ku 26 sal in girtî ye û wiha got: "26 sal in ez girtî me. Lê yekem car ez li zex û tundiyek wisa giran rast têm. Yekem car ez di şertê tecrîdek wisa giran de dimînim. Girtîgeh nû ava kirine. Girtî di menzelên yekkes û sêkesande tên ragirtin. Li menzelan hewşa ji bo mirov hewa bistîne tune ye. Şibake jî bi têlan hatine girtin. Li gel min gelek hevalên din cezayê wan kêmî 1 sal û 6 heyvan mane. Gelek hevalên me yên divê bên berdan hene. Lê ji ber hincetên "keyfî" wan bernadin.    BINPÊKIRIN   Enver di nameyê de binpêkirin wiha rêz kir:    “*Cezayê me hemûyan bi sînor e. Lê wekî me cezayê giran ê bêsînor girtibe nêzî me dibin. Em rastî pêkanîn û cezayên keyfî tên.   * Em di tecrîda giran de tên girtin.   * Hewşa me ya em lê hewayê bistînin tune ye. Ji ber vê yekê em rojê 22 saet û nîvan di hundirê menzelê de bê hewa dimînin.    * Şertên ku em têde dijîn bandora neyînî li ser tenduristiya me dike. Em nikarin hewa haqij bistînin. Menzelên me ruyê rojê nabînin û nedawiya hundir (avî) pir zêde ye. Ev jî tenduristiya me neyînî bandor dike.    * Ji ber hewş tune, em cilên xwe dişon, cilên me zuha nabin. Şertên em cilên xwe bişon tune ye.   * Zorê li me dikin ku em û girtiyên edlî di heman korîdorê de bimînin. Ev rê li pêşiya pirsgirêkan vedike.    * Girtiyên nexweş an nayên dermankirin. An jî dereng derman dikin. Ev jî dibe sedem ku nexweşiyên wan giran bibe.   * Tevî ku şert û merc guncav in jî em nikarin ji mafên xwe yên sporê û çandê sûdê bigirin. Îdareya girtîgehê ji ber ku xwe li gorî tecrîd û îzolasyonê amade kiriyê, van mafên me yên rewa ji bo me zêde dibînin.    * Li gel ku li gorî rêziknameyê mafê hevdîtinê di navbera saetek û saetek û nîvan de hatiye diyarkirin jî îdareya girtîgehê li gorî xwe înîsiyatifê bikar tîne û hevdîtina malbatan bi 45 deqîqeyan bi sînor kiriye. Ev pir kêm e. Ji ber vê yekê malbatên me yên ku ji bajarên dûr tên mexdûr dibin.    *Menzelên ku em lê tên girtin, şev û roj kamera me temaşe dike. Kamera serşok, tuwalet û cihê razanê dibîne û em li her derê şev û roj tên şopandin.    * Menzelên ku pirsgirêkên wan ên tenduristî û paqijiyê hene, tora têlê li şibakeyan xistine û bi temamî rê li pêş hewayê girtine.    * Hevalên me yên ku cezayên wan qediya ne, cezayan li wan dibirin û berdana wan taloq dikin. Tu aliyên van kiryaran ên mirovî û zagonî tune ye. Em dixwazin hemû kiryar bi dawî bibin."