Dadgehê îtîraza negirtina polîs û cezakirina hindik red kir 2023-10-30 09:16:39 WAN - Dadgeha herêmî li polîsê tîmê taybet Bahadir Tûran ku îşkence li zarokê 14 salî Seyfullah Turan kiribû, cezayekî hindik birûbû û polîs serbest berdabû. Parêzeran jî ev cezayê hindik û berdana polîs li dadgeha bilind îtîraz kiribûn. Lê Dadgeha bilind îtîraza parêzeran red kir.  Polîsê tîmê taybet Bahadir Turan di sala 2009'an de li Colemêrgê îşkence li Seyfullah Tûran ê 14 salî kiribû û ew bi giranî birîndar kiribû. Dadgeha herêmî li polîs Tûran bi sucdariya “Birîndarkirina giran" 6 sal û 3 meh ceza birî û serbest berda. Li ser yekê parêzerê malbatê serî li 1'emîn Daîreya Cezayên Giran a Herêma Amedê îtîraz kirin. Lê Îdareya Cezayên Giran serlêdana parêzeran red kir û angaşt ku dadgeha herêmî "Biryara wîcdanî daye" û biryara dadgeha herêmî parast.    ANGAŞTA CEZA LI GORÎ HIQÛQÊ YE   Li gorî Dadgeha Îstînafê biryara dadgehê li gorî hiqûqê ye. Dadgeha îstînafê angaşt kir ku biryara dadgeha herêmî daye li gorî hiqûqê ye. Dadgehê parast ku hemû delîl li gorî hiqûqê hatine komkirin û di komkirina delîlan de tu kêmasî tune ye.    DAXWAZA GIRTINÊ RED KIR   Parêzeran xwest polîs girtî bê darizandin. Lê Dadgeha Îstînafê ev daxwaza parêzeran jî red kir. Dadgehê ev îtîraz "Ne li cih" dît û red kir. Parêzeran jî li ser vê reda îtîrazê serî li Dadgeha Bilind dan.    Seyfûllah Tûran ê 14 salî ku di sala 2009’an de dema li Colemêrgê li nava zeviyê bi hevalên xwe re dilîst, rastî êrişa polîsê tîma taybet Bahadir Tûran hatibû. Polîs Tûran, bi qontaxa çeka xwe li serê zarok Tûran xistibû û bi giranî birîndar kiribû. Ji ber vê bûyerê jî derheqê polîs Tûran de bi sedema “bi giranî birîndarkirin” doz hatibû vekirin û 5 sal cezayê girtîgehê lê hatibû birîn. Li ser vê yekê parêzerên zarok Tûran, Mûrat Tîmûr û Mûnîp Ermîş îtîraz kiribûn û xwestin ku polîs Tûran bi sûcê “Hewldana ji bo kuştinê” bê cezakirin.    1’emîn Daîreya Ceza ya Dadgeha Dadî ya Herêmê ya Amedê biryara xwe ya bo îtîraza parêzeran aşkere kir û got ku cezayê li polîs Tûran hatiye birîn kêm e. Daîreyê got ku cezayê ku li polîs Tûran hatiye birîn, li gorî êrişa wî kêm dimîne û bi daxwaza cezayeke girantir doz vegerand dadgeha herêmî. Dadgeha herêmî ji bo sûcê birîndarkirinê tenê du sal cezayê girtîgehê dabû û 1’emîn Daîreya Cezayan ev sûc li dijî hiqûqê nirxand û biryara xerakirinê da.    Biryar bi piraniya dengan hate dayîn lê serokê dadgehê bi hinceta “hewcehî bi jinûvedarizandinê nîne” şerh danî ser biryarê.    Parêzerên Tûran piştî Dadgeha Bilind biryar erê kir, di sala 2014'an de serî li Dadgeha Destûra Bingehîn dan. Dadgeha Destûra Bihgehîn piştî 3 salan biryar da. Dadgeha Bilind di 9'e mijdara 2017'an de biryar da ku biryara "îşkence û muameleya xerab li Seyfullah Turan hatiye kirin" ne di cih de ye.    Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku mafê jiyanê yê Tûran hatiye binpêkirin û xwest polîs ji nûve bê darizandin.    Dadgeha Destûra Bingehîn biryar da ku danişîna dozê li dadgehek nêzîk bê dîtin û doz şandin Xarpêtê. Vê carê dadgehê der barê polîsê sûcdar de 5 sal ceza birî. Parêzerê Seyfullah Turan, Murat Timur û Munip Ermiş, vê carê serî li Dadgeha Îstînafê dan.    1'emîn Daîreya Cezayên Giran a  Herêma Amedê ceza hindik dît û dîsa li dadgeha herêmî vegerand. Vê carê 3'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Xarpêtê li polîs Bahadir  6 sal û 3 meh cezayê hepsê birî.    MA / Adnan Bîlen