Parêzerên Kişanak: Divê miwekîla me tavilê bê berdan 2023-10-30 11:18:50 STENBOL -  Dema girtinê ya siyasetmedara kurd Gultan Kişanak tije bûye û tevî vê yekê jî nayê berdan. Parêzerên Kişanak destnîşan kirin ku Kişanak îradeya bi sed hezarna welatî ye û bang kirin ku demildest bê berdan.     Dema girtinê ango ragirtina wê ya li girtîgehê ya Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê ya serdema berê Gultan Kişanak tije bû. Tevî ku dem tije bû û parêzeran serlêdan jî kir dîsa jî Kişanak nayê berdan. Kişanak ji Doza Kobanê û doza wê ya li Meletiyê bû û bi vê dosyeyê re kirin yek tê darizandin. Kişanak niha girtî ye û li Girtîgeha Kandirayê ya Tîpa F’yê girtî ye.    Malbata siyasetmedar Gultan Kişanak, parêzerên wê, endama Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya HEDEP'ê têkildarî neberdana Kişanak li Navenda Xebatên Hunerê ya Beyogluya Stenbolê civîna çapemeniyê li dar xistin.    Parêzerên Kişanak, Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HEDEP'ê Cengîz Çîçek, Parlamentera EMEP'ê Sevda Karaca û rêveberên partiyan, siyasetmedar, parêzvanên mafên mirovan, gelek hiqûqnas, nûnerên rêxistinên jinan, parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, lîstîkvan Nûr Surer, Hevseroka Giştî ya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Eren Keskîn û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn.    'EW VÎNA MILYONEK Û 800 HEZAR KESÎ YE'   Parêzera Kişanak, Several Ballikaya, diyar kir ku Gultan Kişanak vîna milyonek û 800 hezar kesî ye û got: "Vîna ewqas kesan hat binçavkirin û bi hinceta ku dê birevê hat girtin. Dema biryara binçavkirinê hat dayîn Gultan ji derveyî welat bû lê carekdin vegeriya Tirkiyeyê. Girtina wê tê wateya îhlalkirina azadiya kesan. Dagirkirina rêveberiyên herêmî tê wateya qebûlnekirina vîna gel."   'DIVÊ BÊ BERDAN'   Metna daxuyaniyê ji hêla parêzera Kişanak, Gul Altay ve hat xwendin û wiha got: "Gultan di 25'ê Mijdara 2016’an de hat binçavkirin û girtin. Biryara girtinê siyasî ye. Armanc şaredariyên ku ji hêla îktîdarê ve nehatin qezençkirin xesp bikin û vîna gel tune bihesibînin. Gultan edilane nayê darizandin. Di pêvajoya darizandinê de îhlalkirina hiqûqê didome. Niha dema girtinê tijê bûye lê Gultan nayê tehliyekirin. Me daxwaznameya xwe da lê 4 roj in bersivekî nadin me. Me serî li AYM'ê da lê heta niha biryarek nehatiye dayîn." Gul, daxuyand ku li gorî qanûnên Tirkiyeyê dema girtînê 2 sal in lê ev bû 7 sal nehat berdan, divê birêz Gultan Kişanak serbest bê bedan û ev tişt di hiqûqê de heye.    'KES GUH NADE BIRYARA AYM'Ê    Parêzerê Kişanak, Cîhan Aydin jî di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: "Ev doz doza kumpasê ye. Serbixwebûna darazê nemaye û bûye amûreke dewletê. Der barê Gultanê de 30 sûc hatine destnîşankirin. Di Doza Kobanê de siyasetmedar pir zêde bi êrişan re rû bi rû dimînin. Ji bo hevserok û gelek kesan biryara darizandinê hatine dayîn. Li gorî qanûnan sûc çi dibe bila bibe dema cezayê 7 sal in. Biryara AYM’ê jî heye. Lê belê kesek guhdariya vê biryarê nake. Divê Gultan serbest bê berdan."   Hevberdevkê Komîsyona Ziman, Çand û Hunerê yê HEDEP'ê Kerem Firtina jî axivî û diyar kir ku li gorî qanûnên dewletê divê Gultan Kişanak serbest bê berdan. Firtina destnîşan kir ku divê ev mexdûriyet û îhlalkirina mafan ji holê bê rakirin û Kişanak bê berdan.    Piştî axaftinan civîn bi dawî bû.