6 roj in xeber ji rojnamevan Silêman Ehmed nayê girtin 2023-10-30 11:32:02 NAVENDA NÛÇEYAN - 6 rojin rojnamevan û edîtorê beşa erebî yê ROJNEWS'ê Silêman Ehmed li deriyê Sêmalka ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin û agahî jê nayê girtin.   Edîtorê beşa erebî yê ajansa ROJNEWS'ê Silêman Ehmed roja 1’ê cotmehê ji bo serdanê çûbû cem malbata xwe ya li Taxa Şêx Meqsud a Helebê. Silêman roja 25'ê cotmehê dema xwest di ser deriyê Pêş Xabûr (Sêmalka) re derbasî Başûr bibe, ji aliyê hêzên PDK’ê ve hat revandin. Ev 6 roj in tu agahiyek li ser aqûbeta Silêman Ehmed nayê zanîn.   Silêman Ehmed nêzî 5 sal in di beşa erebî ya ajansê de wek edîtor dixebite.   Dayika Silêman, Sultana Ehmed got ku kurê wê hatiye revandin û bang li hemû ailyên peywendîdar ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku di zûtirîn dem de aqûbeta kurê wê eşkere bikin.   Piştî ku hat ragihandin rojnamevan Silêman Ehmed ji aliyê hêzên PDK’ê ve hatiye revandin, gelek sazî û sendîkayên rojnamevanan her wiha siyasetmedaran bûyer şermezarkirin û daxwaza eşkerekirina aqûbeta Silêman Ehmed ji PDK’ê kirine.