Parêzera Armîta Girawend hat binçavkirin 2023-10-30 11:48:40 NAVENDA NÛÇEYAN - Hat ragihandin ku di meresima cenazeyê Armîta Girawend de ku li Tahranê ji aliyê polîsên exlaqê ve hat kuştin, parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh bi îşkence hatiye binçavkirin.   Armîta Girawend (16) ji Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê, 1’ê cotmehê bi hinceta serê xwe negirtiye, ji aliyê polîsên exlaqê ve li Tehranê hat binçavkirin û zêde îşkence lê hat kirin.    Armîta ku ji ber îşkenceyê ket komayê, 28 roj bi şûn de 28’ê Cotmehê di nexweşxaneyekê de li Tahranê jiyana xwe ji dest da.    Malbata Armîtayê xwest cenaze li Kirmaşanê vebişêre lê meqamên Îranê nehişt.    Cenazeyê Armîtayê roja Yekşemiyê li Goristana Beheştî Zera ya li Tahranê bi meresimeke girseyî hat veşartin.    Gava meresima cenaze gelek kes hat binçavkirin. Hat zanîn ku parêzer û mafparêz Nesrîn Sotudeh jî hatiye binçavkirin.   Hevjînê wê Reza Handan daxuyanî da AFP’ê û got: "Hevjîna min di meresima cenazeyê Armîta Girawend de hat binçavkirin."     Reza Handan da zanîn ku gava binçavkirinê li hejîna wî hatiye xistin.    Nesrîn Sotudeh (60) sala 2012’an hêjayî xelata mafê mirovan Sakharovê hat dîtin, salên dawîn gelek caran hat girtin.