Bi girseyî serdana şîna Ozmen hat kirin 2023-10-30 12:22:38 ŞIRNEX - Rêveber û nûnerên saziyan bi girseyî serdana şîna endama HPG’ê Kiymet Ozmen kirin.    Li devera Zapê ya bi ser başûrê Kurdistanê ve di encama pêvçûna ku di 11’ê cotmehê de qewimî endama HPG’ê Kiymet Ozmen (Cûdî Çekdar) jiyana xwe ji dest dabû. Ji bo Ozmen li taxa Cûdî ya navçeya Cizîra Şirnexê şîn hatiye dayîn. Bi pêşengiya Komeleya Çand, Yekitî, Piştevanî û Alîkariya bi Malbatên ku Xizmên xwe li Dergûşa Şaristaniyê Winda Kirine re (MEBYA-DER) bi girseyî serdana şînê hat kirin. Rêveberên HEDEP’ê, DBP, aktivîstên TJA’yê, Dayikên Aştiyê û gelek welatiyan bi girseyî serdana şînê kirin û sersaxî ji malbatê re hat xwestin.    Hevşaredara Cizîrê Berîvan Kutlu ya ku qeyûm tayînî şûna wê hatiye kirin di şînê de axivî û sersaxî ji malbatê re xwest. Kutlu diyar kir ku têkoşîna kurdan bi şoreşa jinan tê nivîsandin û got ku li dijî şer yekane çareserî aştî ye.    Piştre dua hatin xwendin û girse belav bû.