Danişîna Doza Kobanê berdewam dike 2023-10-30 14:36:47 ENQERE - Danişîna Doza Kobanê berdewam dike. Di dozê de siyasetmedar Bulent Parmaksiz ê girtî tê darizandin parastina xwe kir.    Rûniştina yekemîn a danişîna 39’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Siyasetmedarên girtî beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedarên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Ji siyaetmedarên girtî Alp Altinors, Alî Urkut, Gunay Kubilay, Nazmî Gur, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengul, Zeynep Karaman û Sabahat Tuncel beşdarî danişînê bûn. Gelek parezeran û rojnamevan Huseyîn Aykol danişînê şopandin.    Danişînê bi parastina siyasetmedarê girtî Bulent Parmaksiz dest pê kir. Parmaksiz da zanîn ku ew parastina xwe diyarî qurbaniyên Şengalê, Kobanê, Pirsûsê, Telafer, Gara Enqereyê û Xezeyê dike.    Parmaksiz destnîşan kir ku divê demokratîkbûna komarê pêk bê û got: "Ya sereke û esastirîn ew e ku komareke demokratîk li gorî ruhê demê bê avakirin.” Parmaksiz anî ziman ku ji bo demokratîkbûn û azadkirina Tirkiyeyê HEDEP şansek mezin e. Parmaksiz bertek nîşanî helwest û terefbûna şandeya dadgehê jî da û got: “Şandeya dadgehê ne li gorî hiqûq û qanûnan tevdigere.”    Şandeya dadgehê navber da danişînê.