Di doza ‘heqaretê’ ya Şenyaşar de biryara ‘lihevkirin’ê 2023-10-30 14:50:21     RIHA - Danişîna doza Emîne Şenyaşar a ku bi îdiaya “heqaret” li Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’î kiriye hat lidarxistin. Dosyeya darizandinê şandin buroya lihevkirinê.    Danişîna doza Emîne Şenyaşar ku bi îdiaya “heqaret” li Parlamenterê AKP’yê Rihayê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz kiriye hatiye vekirin, hat lidarxistin. Danişîn li Dadgeha Cezayê Asliye ya Rihayê hat lidarxistin. Hat zanîn ku danişîn 24’ê cotmehê pêk hatiye û di danişînê de biryara birêvebirina darizandinê hatiye dayîn. Dadgehê têkildarî biryara xwe hincetê eşkere kiriye.    Di biryara hincetê de hat diyarkirin ku sûcê “heqaretê” di çarçoveya lihevkirinê de ye. Di biryarê de hat gotin ku biryara sekinandinê hatiye dayîn û ji bo vê yekê jî biryar hat dayîn ku dosye bo Buroya Lihevkirinê ya Serdozgeriya Komarê ku bi dosyeyê ve eleqedar dibe hatiye şandin.