Parlamenterên HEDEP’ê ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re dê serlêdanê bikin 2023-10-30 15:37:03 AMED - Parlamenterên HEDEP’ê ji bo bi Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bikin dê serî li Wezareta Dadê bidin.    Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) a Meclisê dê têkildarî tecrîda dijwarkirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di 2’yê mijdarê de daxuyanî bide. Koma HEDEP’ê piştî daxuyaniyê ji bo bi Ocalan re ku ev 32 meh in agahî jê nayê girtin, hevdîtinê bike dê serî li Wezareta Dadê bide.