13 ciwanên li Amedê hatibûn binçavkirin hatin berdan 2023-10-30 16:45:38   AMED - Li Amedê 13 ciwanên bi îdiaya “rêxistinê ava kirine” hatibûn binçavkirin, hatin berdan.    Li Amedê 13 ciwan bi îdiaya bi navê “YNCK” dê rêxistina ciwanan ava bikin û di 29’ê cotmehê roja damezrandina komara tirk de li Sûrê çalakî bikin hatibûn binçavkirin. Ciwanên ku xwendekar jî di nav wan de bûn ev çar roj bûn di binçavan de bûn li Midûriyeta Polîsan a Amedê dihatin ragirtin. Her 13 ciwan jî piştî karûbarên îfadeyên li emniyete hatin berdan.