Yildiz ê piştî 30 salî hat berdan: Têkoşîn berdewam e 2023-10-30 17:26:55 ÎZMÎR - Nûsret Yildiz ê 30 sal şûn ve ji girtîgehê derket destnîşan kir ku ew ê ji niha şûn ve têkoşîna xwe li derve bidomîne.  Nûsret Yildiz 30 sal bûn di girtîgehê de bû. Ji Girtîgeha Şakrana Îzmîrê ya Tîpa T’yê hat berdan. Yildiz di sala 1993’yan de li Aydinê tê binçavkirin û paşê jî tê girtin. Yildiz ji hêla Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) a Erziromê ve tê cezakirin û bi îdiaya “xerakirin û dabeşkirina dewletê û welat” cezayê muebedê lê hat birîn. Yildiz ê di 18 saliya xwe de hat girtin di 48 saliya xwe de derket. Malbata wî, xizmên wî û rêveberên HDP’ê û EGE-TUHAYDER’ê, Dayikên Aştiyê li ber hepsê bi kulîlkan û lîlandinê Yildiz pêşwazî kirin.    Yildiz li ber girtîgehê axivî û da zanîn ku ji ber wî malbat û dostên xwe dîtiye ew gelek kêfxweş e û got: “Çi em li hundir bin çi em li derve bin ji bo me tiştek naguhere. Çimkî em girêdayî armancekê ne. Bila hêviya gelê me neşikê, bila her tim hêviya wan zindî be. Em bi gelê xwe û gelê me jî bi me bawer e. Gelek hevalên me yên girtî nexweş in. Rewşa wan giran e. Gelekan ji wan jiyana xwe ji dest da. Her çiqas hevalên me nexweş bin jî lê moralê wan li cih e.”    ‘EM HER TIM LI CEM GELÊ XWE BÛN’    Yildiz anî ziman ku ji niha û pê ve jî ji berdêla ku divê bê dayîn nerevin û wiha axivî: “Hêviya me neşikestine. Me rêyeke dûr û dirêj meşandiye, me ji bo hebûna gelê xwe û zimanê xwe destkeftî bi dest xistiye. Carinan zexta li ser me zêde dibe. Lê belê, divê ev me netirsîne. Ev zext her tim li ser gelê kurd hene. Em tu gelî biçûk nabînin. Lê belê divê em qîmeta gelê xwe jî bizanibin. Heke nirxê me neyê zanîn wê gelê kurd vê mîsoger bike. Hemû hevalên me yên di girtîgehê de wisa difikirin û wisa dijîn. Her çiqas em li pişt çar dîwaran bûn jî em her tim bi gelê xwe re bûn. Di vî warî de bila kes bê bawerî nejî, gelê me pir xweşik û qedîm e. Em deyndarê gelê xwe ne. Tiştê ku me heta niha wergirtiye, me ji wan wergirtiye û em ji bo wan çi bikin jî wê kêm be.”    Paşê Yildiz û malbata xwe berê xwe dan bajarê xwe Îdirê.