Doza Kobanê: A rast ên ku kurdan ji nedîtî ve tên dabeşkar in 2023-10-30 17:44:02 ENQERE - Siyasetmedar Bulent Parmaksiz ê ji Doza Kobanê girtî tê darizandin diyar kir ku ew ji sûcê “dabeşkirina dewletê” tên darizandin û got: “A rast ên dabeşkar ew kêsên ku kurdan ji nedîtî ve tên.”    Rûniştina yekemîn a danişîna 39’an a Doza Kobanê ku Hevserokên Giştî yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên berê Fîgen Yuksekdag û Selahattîn Demîrtaş jî di nav de 18 jê girtî bi giştî 108 siyasetmedarên kurd bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmeha 2014’an tê de tên darizandin, li 22’yemîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê ya li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê hat lidarxistin. Siyasetmedarên girtî beşdarî danişînê bûn. Siyasetmedarên din jî bi rêya Pergala Deng û Dîmen (SEGBÎS) tev li danişînê bûn.    Ji siyaetmedarên girtî Alp Altinors, Alî Urkut, Gunay Kubilay, Nazmî Gur, Ayşe Yagci, Ayla Akat Ata, Pervîn Oduncu, Îsmaîl Şengul, Zeynep Karaman û Sabahat Tuncel beşdarî danişînê bûn. Gelek parezeran û rojnamevan Huseyîn Aykol danişînê şopandin.    Danişînê bi parastina siyasetmedarê girtî Bulent Parmaksiz berdewam kir.    Parmaksiz ê ku piştî navbera nîvro parastina xwe domand ji şandeya dadgehê re got, “Hûn min bi dabeşkirina dewleta Tirkiyeyê sûcdar dikin, yanî hûn min ji xala 302’yemîn sûcdar dikin, lê ez jî we sûcdar dikim” wiha axivî: “Dabeşkar ne em in. Heke dabeşkarek hebe ew jî dewlet bi xwe ye. A rast ên dabeşkar ew kesên ku kurdan ji nedîtî ve tên e. Heke Tirkiye bi kurdan re nemeşe, wê ew çax were dabeşkirin.”