ROJEVA 31'YÊ COTMEHA 2023'YAN 2023-10-31 09:00:02   * Rêveberên saziyên ku deklarasyona “Ji niha ve ber bi dahatûyê ve banga azadiyê” îmze kirin, dan zanîn ku ji bo pirsgirêkên li Tirkiye û Rojhilata Navîn bên çareserkirin, pêdivî bi paradîgmaya Ocalan heye ku bikeve dewrê.     * Sekreterê Şaxa Egîtîm Sena Semsûrê Zeynel Polat, diyar kir ku li Semsûrê ku gelek dibistan di erdhejê de hilweşiyane lê dest bi înşaeta dibistanan nehatiye kirin û got ku pirsgirêkên xwendekaran ên bicihbûn û gihandina perwerdeyê nehatine çareserkirin.   * Endamê Desteya Rêvebiriya MMO’yê ya Amedê Mervan Ozbey li ser venêrîn û kontrolkirina asansorên ku piştî mirina Zeren Ertaş ket rojevê, diyar kir ku ji ber ku venêrîn û teftîşa di destê MMO’yê de ji şîrketên taybet re hat vekirin, madiyat derket pêş û ewlehiya mirovan ket plana duyemîn.   * Civaknas Azad Bariş ku yek ji îmzevanê "Deklarasyona Banga Aştiyê" ye, diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan gefê li aştiyê dixwe û got ku aştî bi bidawîbûna tecrîdê pêkan e.    * Hasîne Guler, hevjîna girtiyê nexweî Siddik Guler, diyar kir ku rewşa hevjînê wê xirabtir dibe û got ku hevjînê wê bi alîkariya dîwaran tê cihê hevdîtinê.    * Danişîna doza der barê parlamenterên HDP'ê yên berê Tayîp Temel û Pero Dundar de hatiye vekirin dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna ewil a doza rojnamevan Firat Can Aslan ê girtî dê li Dadgeha Amedê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna duyemîn a doza rojnamevan Mehmet Şah Orûç ê girtî dê li Dadgeha Bedlîsê bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna dozek ku Silopiya der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a girtî de hatiye vekirin dê li Dadgeha Silopiya bê lidarxistin. (09.00-17.00)   * Danişîna Doza Kobanê dê li Kampûsa Girtîgeha Sîncanê berdewam bike. (10.00)   * Danişîna doza 46 rojnamevan û xebatkarên medyayê ku wek "Doza Çapemeniyê KCK'ê" tê zanîn dê li Dadgeha Stenbolê bê lidarxistin. (11.15)   * Hevserokê Giştî yê HEDEP'ê Tuncer Bakirhan dê di komcivîna partiya xwe ya li Meclisê de mijarên di rojevê de binirxîne. (12.45)