Li Semsûrê xwendekar bêdibistan mane! 2023-10-31 09:04:12 SEMSÛR - Sekreterê Şaxa Egîtîm Sena Semsûrê Zeynel Polat, diyar kir ku li Semsûrê ku gelek dibistan di erdhejê de hilweşiyane lê dest bi înşaeta dibistanan nehatiye kirin û got ku pirsgirêkên xwendekaran ên bicihbûn û gihandina perwerdeyê nehatine çareserkirin. Li Semsûrê ku yek ji bajarên ku herî zêde di erdhejan de xesar dîtibû ye. Li navenda bajêr bi hezaran avahî hilweşiyan û li gorî daneyên fermî zêdeyî 11 hezar kesî jiyana xwe ji dest dan. Tevî ku zêdeyî 8 meh bi ser erdhejan re derbas bûne jî xebatên rakirina kavilan berdewam dikin û piraniya mexdûrên erdhejê li bajarên konteyneran jiyana xwe didomînin. Li navenda Semsûrê ku di erdhejan de nêzî 24 dibistanên hilweşiyan, di 11'ê îlonê de dibistan hatin vekirin. Xwendekarên ku li bajarên konteyneran pirsgirêkên wan ên xaniyan hene, neçar man ku di dersên qelebalix de perwerdehiya xwe bidomînin û pirsgirêkên wan ên çûn û hatina dibistanan jî nehatine çareserkirin.   Sekreterê Şaxa Sendîkaya Kedkarên Perwerde û Zanistê (Egîtîm Sen) a Semsûrê Zeynel Polat pirsgirêkên ku bi sala perwerdehiyê ya nû li Semsûrê derketine holê nirxand û ji bo çareseriya pirsgirêkan pêşniyaran kir.    2 DIBISTAN AVAHIYEKE BIKAR TÎNIN    Polat diyar kir ku li Semsûrê gelek dibistan ji ber erdhejê hilweşiyan û wiha got: “24 dibistanên li navenda bajêr ji ber ku di erdhejê de hilweşiyan an jî zirareke mezin dîtin, di avahiyeke de 2 dibistan ders didin. Dibistanek dane sibehê ya din jî dane evarê avahiyê bi kar tîne. Ev rewş dibe sedem ku ders heta êvarê dirêj bibin û xwendekar di polên qelebalix de bixwînin. Bi taybet bi hatina zivistanê re kinbûna rojê dê pirsgirêkan ji xwendekaran re derbixe.”    Polat anî ziman ku ji ber li bajarên konteyneran li cihên dûrî navendên bajaran tên avakirin pirsgirêka çûn û hatina xwendekaran heye û wiha domand: “Ji ber vê sedemê di dibistanên nêzî bajarên konteyneran de hejmara xwendekaran pir zêde bû û ev jî pirsgirêka perwerdehiyê di polên qerebalix de derxist. Her wiha pirsgirêka paqijiyê di dibistanan de nehatiye çareserkirin. Pêdiviya xwarin û vexwarina xwendekaran nayê dabînkirin û ji ber rakirana kavilan toz û dûman dertê holê û ev jî dibe sedema nexweşiyan. Ev yek jî ji bo tendûristiya xwendekaran xetereyek mezin e."     'DIVÊ PIRSGIRÊKA BI CIHBÛNÊ BÊ ÇARESERKIRIN'   Polat bi lêv kir ku heta niha jî li Semsûrê dest bi çêkirina avahiya dibistanan nehatiye kirin û axaftina xwe bi van pêşniyaran bi dawî kir: “Li qadên TOKÎ'yê bi înşaeta xaniyan re, divê dest bi çêkirina dibistanan jî bê kirin. Dema TOKÎ bi dawî bibin, vê carê dê pirsgirêka dibistanê derkeve holê. Divê pirsgirêka mamoste û xwendekaran a bi cihbûna xaniyan bê çareserkirin. Divê pêdiviya xwarin û vexwarina xwendekaran bê çareserkirin. Her wiha pêwîste pêdiviya bi cihbûna xwendekaran demildest bê çareserkirin. Ji bilî pirsgirêka bi cihbûnê pirsgirêka xwarin û vêxwarinê ya xwendekaran jî heye. Heke xwendekar xwarin nexwin û pirsgirêka bi cihbûna wan neyê çareserkirin dê çawa li ser dersan bixebitin. Di erdhejê de gelek xwendekaran xizm û nasên xwe ji dest dan û ji ber vê jî divê li dibistanan xebatên psîkolojîk jî bên kirin.”   MA / Mahmut Altintaş