MMO: Madiyet dan pêş, ewlekarî ma li paş 2023-10-31 09:05:02 AMED - Endamê Desteya Rêvebiriya MMO’yê ya Amedê Mervan Ozbek li ser venêrîn û kontrolkirina asansorên ku piştî mirina Zeren Ertaş ket rojevê, diyar kir ku ji ber ku venêrîn û teftîşa di destê MMO’yê de ji şîrketên taybet re hat vekirin, madiyat derket pêş û ewlehiya mirovan ket plana duyemîn.   Piştî ku di 26’ê cotmehê de li navçeya Efeler a Aydinê di encama ketina asansorê ya li Wargeha Jinan a girêdayî Saziya Kredî û Wargehan (KYK) ya Guzelhîsarê de Zeren Ertaş jiyana xwe ji dest da, venêrîna asansoran dîsa ket rojevê. Li Amedê tamîrkirina asansoran berê ji aliyê Odeya Endezyarên Makîneyê (MMO) ve weke xizmeteke giştî dihat kirin. Lê bi guhertina rêziknameyê ya ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve, xizmetên venêrînê û teftîşkirinê yên asansorê ji sektora taybet re hatin vekirin. Qeyûmê Amedê vênêrîn û kontrolkirina asansoran ji MMO’yê girt û ji bo rantê û bazirganiyê da şîrketên taybet.    ‘DIVÊ ASANSORÊN BI ETÎKETÊN SOR DI DU MEHAN DE BÊN VÊNÎRNKIRIN’    Endamê Desteya Rêveberiya Şaxa MMO’yê ya Amedê Mervan Ozbek têkildarî mijara ku piştî qezayê dîsa ket rojevê destnîşan kir ku asansorên ku perçeyek ji jiyana rojane ne, li gor hewcedariyên xwe yên venêrîn û ewlehiyê tên kodkirin. Ozbek da zanîn ku  etîketa sor tê wateya xetereyê û teqez divê li wan asansoran siwar nebin û wiha got: “Pêdivî ye ku asansorên bi etîketa sor, herî dereng di nava du mehan de were venêrîn û bikaranîn. Etîketa şîn kêmasiyeke sivik nîşan dide û etîketa kesk jî nîşan dide ku asansor bi ewle ye. Her wiha li gorî rêziknameyên ku tên bikaranîn, divê asansor mehê carekê bên venêrîn û kontrolkirin. Divê salê carekê ji hêla endezyarên Tîpa A ve were kontrolkirin.”   ‘JI BO BERJEWENDIYA GEL ZÊDETIR XIZMET DIHAT KIRIN’   Ozbek destnîşan kir ku van salên dawî di tamîrkirina asansoran de pîvana aboriyê derketiye pêş û wiha got: “Jiyana mirovan û ewlehiya wan bûye plana duyemîn. Dema ku xebatên venêrîna asansoran di destê Odeya Endezyarên Makîneyê de bûn, ji bo berjewendiya gel zêdetir xizmet dihatin kirin, muayene zêde û baştir bûn. Piştî ku hemû erk ji destê endezyarên makîneyê hatin derxistin, em nizanin ku niha rewşa venêrîn û kontrol kirinê di çi astê de ye û bi çi awayî tê kontrol tên kirin. Di encamê de em rastî rewşên wiha tên.”    ‘ME LI SER NAVÊ GEL KAR DIKIR’   Ozbek bi bîr xist ku rêziknameya asansorê di sala 2012’an de hat derxistin û ev rêzikname di sala 2015’an da bû mecbûrî. Ozbek da zanîn ku wan di sala 2015’an de bi şaredariyên herêmê re protokol îmze kirin û encamên girîng ên serkeftî bi dest xistin. Ozbek anî ziman ku di sala 2018’an de bi tayînkirina qeyûman re şaredarî hatin guhertin û got: “Piştî vê yekê erkên me ji destên me hatin girtin. Me ne di warê aborî de, me li ser navê gel ev yek dikir. Beriya qeyûman, daneyên me li ser asansorên li bajar û herêmê hebûn. Lê bi qeyûman ev hêz ji destê me hatin girtin. Di derbarê asansorên bajar û herêmê de, çend asansor hene û rengê etîketên wan çi ne, di destê me de agahî tune. Tenê şîrketa xwedî destûr û şîrketa ku şaredariyê pê re peyman heye, dizanin.”   PIRSGIRÊKÊN XEBATKARAN   Ozbek anî ziman ku karkerên di kontrolkirina asansoran de dixebitin giliyên xwe dibêjin û got ku karker bi heqdestê herî kêm dixebitin.  Ozbek da zanîn ku ew ji barê xebata xwe aciz in û berdêla xebata xwe nagirin û wiha got: “Di heman demê de şert û mercên xebatê jî pir nebaş in. Ev jî di xebatên ku hatine kirin de xuya dike.”   ‘DIVÊ MEHÊ CAREKÊ KONTROL BÊN KIRIN’   Ozbek bal kişand ser ewlekariya asansoran û ev hişyarî da: “Divê gelê me mehê carekê ji aliyê fîrmaya bi peyman ve tamîr û kontrola asansorên xwe bikin. Di heman demê de, teftîş û venêrîn divê salê carekê ji hêla endezyarên Tîpa A ve were kirin. Tevî ku erka me ji destê me hatibin girtin jî, em ê bi panel û foruman di derbarê venêrîn û kontrol kirina asansoran ji bo gelê xwe vebêjin. Di vê mijarê de em li gel gelê xwe ne û bi her awayî ji bo alîkariyê amade ne.”   MA / Bazîd Evren - Mehmet Guleş